​​​​​​​′Ji bo naskirina civakan divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin′

Ciwanan diyar kir ku ji bo naskirina rastiya dîrokî û çandî ya civakan û sekna li hember siyaset û êrişên li dijî wan, divê pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan werin xwendin.

​​​​​​​′Ji bo naskirina civakan divê pirtûkên Rêbertî bên xwendin′
20 gulan, 2023   23:25
QAMIŞLO

Ciwan, pêkhate û beşên ji tevahî cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet ciwan li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bertekên xwe nîşan didin û bi hêrs in.

Ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên wergirtin û dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wan pêk tîne.

Ciwanên Qamişloyê li ser tecrîdê ji ajansa me re axivîn û got divê li dijî siyasetên qirkirinê têkoşîna fikrî were bilindkirin da ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin.

Rêber Abdullah Ocalan bang li ciwanên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike xwe bi rêxistin bikin û xwe li ser rastiyê û cewherê şerê gel ê şoreşgerî perwerde bikin û li dijî siyasetên hêzên kapîtalîzmê û rejîmên despot asta xwe ya fikrî bilind bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/20/193847_-.webp

Ciwana bi navê Mizgîn Hisên behsa armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Komplo li dijî gelê herêmê yê bawerî bi projeya neteweya demokratîk anî, pêk hat. Ev yek dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger aciz dike."

Mizgîn bang li ciwanên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwe li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngî û rola ciwanên li hember siyasetên li dijî civakê perwerde û bi rêxistin bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bilind bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/20/193611_-.webp

Ciwana bi navê Roniya Ebdullah jî got: "Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî fikrê rizgariya jinan e. Hemû dewletên komploger bi dewleta Tirk a dagirker re ji bo girankirina tecrîdê yek in. Ji lew re li hember van siyasetan bê deng in. Divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ked û xebat bên zêdekirin."

′SEKNA LI HEMBER KOMPLOYÊN DERVE′

/kr/uploads/files/2023/05/20/193825_-.webp

Ciwanê bi navê Kêwan Kenan behsa pabendiya ciwanan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan fîlozofê serdemê ye û ew xwedî fikrê rizgariya gelan li gorî rastî, cewher, çand û zimanê wan e. Ji lew re armanc tecrîdê ev fikir li ser erdê pêk neyê."

Kenan rola ciwanan a li dijî êrişên li ser rastî û cewherê civakan pîroz kir û wiha domand: "Ger ciwanan rola xwe di civakê de li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan lîst, dê li hember tevahî komployên derve bisekinin."

/kr/uploads/files/2023/05/20/193545_-.webp

Ciwana bi navê Rojda Omer jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker yekitiya gelan û yekitiya jinên rola wan beriya xwe bispêrin fikrê Rêber Abdullah Ocalan di civakê de hatibû paşguhkirin hedef digire û got: "Divê em pirtûkên Rêbertî bixwînin da ku fikrê bizanin, rastiya civaka me binasin û armancên dewletên kapîtalîst nas bikin da ku têk bibin."

(fr)

ANHA