Hejmara birîndarên êrişa li ser Eyn Îsayê bû 5

Hejmara birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Eyn Îsayê bû 5.

Hejmara birîndarên êrişa li ser Eyn Îsayê bû 5
17 gulan, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a ser kampa Eyn Îsayê 2 welatiyên din birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ye: Mihemed El Belîx (30) û Mehmûd El Casim (35).

Artêşa Tirk a dagirker ji vê sibehê ve gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir. Di topbarana li Cedîda û rêya M4 de 3 welatî birîndar bûn.

(bb)

ANHA