Rewşa 3 birîndaran baş e

artêşa Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsayê ya bakurê Reqayê topbaran kir, di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê got rewşa tenduristî ya birîndaran baş e.

Rewşa 3 birîndaran baş e
17 gulan, 2023   12:14
REQA

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi guleyên obîsan gundê Cideyda yê 2 kîlometre li rojavayê Eyn Îsayê ye topbaran kir, di encamê de 2 welatî birîndar bûn. 2 ji welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê.

Navên welatiyên birîndar wiha ne; Mihemed Fewaz El Weka (18), birayê wî Mehmûd Fewaz El Weka (17) û Mihemed Salim Kemal (26).

Li ser rewşa birînaran, gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê Îbrahîm El Omer ji ajansa me re wiha got: "Îro saet 12′an danê nîvro 2 welatiyên ji ber parçeyên guleyên artêşa Tirk birîndar bûbûn, hatin nexweşxaneyê û parçe ji laşê wan hatin derxistin. Lê birîndarê din li nexweşxaneya Eyn Îsa ma û rewşa wî baş e."

El Omer diyar kir ku her du welatî di zikê xwe de birîndar bûn û hin şikestin jî hebûn, parçeyên guleyan hatin derxistin û rewşa wan baş e.

(fr)

ANHA