​​​​​​​Duran Kalkan: Ger siyaseta mêtinger a dewlet Tirk neyê tunekirin dê ji bo her kesî xetere hebe

Duran Kalkan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî tecrîdê, Meha Şehîdan û hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxandin û diyar kir heke siyaseta faşîst û mêtinger a dewlet Tirk ji holê neyê rakirin, ev dê ji bo her kesî xeternak be.

​​​​​​​Duran Kalkan: Ger siyaseta mêtinger a dewlet Tirk neyê tunekirin dê ji bo her kesî xetere hebe
17 gulan, 2023   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber TV’yê de axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî tecrîdê, Meha Şehîdan û hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxandin.

Kalkan, anî ziman ku faşîzma li Tirkiyeyê wê li ser hemû kesan bibe xetere û diyar kir ku ji bo vê jî divê têkoşîn bi rengekî piralî û afirîner were domandin. Kalkan diyar kir ku divê her kes tevlî vê têkoşînê bibe û got, “Faşîzm tê wateya êrîşên topyekûn. Di vê rewşê de, hem berxwedana antîfaşist û hem jî berxwedana demokratîk divê bi giştî be. Hin derdor beşdar bûn, hin derdor beşdar nebûn. Yên ku beşdar nebûn niha herî zêde xisarê dibînin. Di wê rewşê de divê her kes rastiyê bibîne û rast bibîne, rast fêm bike û di têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê de bi rêbazên afirîner di nava yekîtiyê de divê zîhniyet û siyaseta nîjadperest, şovenîst, faşîst a li Tirkiyeyê têk bibe. Divê em karibin têkoşîneke topyekûn bimeşînin ku ev têkoşîn wê me ji vê zîhniyet û siyaseta jehrî rizgar bike.

Nirxandinên Kalkan wiha ne:

“Di serî de berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo ya dîrokî bi rêzdarî silav dikim. Tecrîd berdewam dike, ti guhertin tune. Me ev mijar nirxand. Parêzeran jî nirxandin. Hat diyarkirin ku sozên hatine dayîn nehatine cih. Ji derveyî vê jî tu agahî derbarê Îmraliyê de tune. 26 meh in agahî nehatine stendin. Ji ber vê yekê, bêguman gelek xem û fikar hene. Di civaka Kurd de gelek acizbûn û hêrs heye. Em dikarin vî tiştî bibêjin.

Pêvajoya hilbijartinê hebû. Di rewşeke wisa de ku tecrîteke mutleq û giran heye, Rêber Apo û nîqaşên hilbijartinê anîn ziman. Li gorî xwe, xwestine nîqaşên hilbijartinê û hilbijartinên li Tirkiyeyê li ser vê bingehê ava bikin. Ev tê fêmkirin Pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke pirsgirêka Kurd e. Rêber Apo weke vîna azadiyê ya Kurd li Îmraliyê tê ragirtin. Dinya alem bi vî tiştî dizanin. Yên ku Rêber Apo li Îmraliyê didin ragiritn, desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyeyê jî baş bi vî tiştî dizanin.

‘DI NÎQAŞA HILBIJARTINÊ DE ÇARESERIYA DOZA KURDAN NEHATIYE ROJEVÊ’

Di vî warî de pêvajoyeke têkoşîneke siyasî ya dijwar bû. Lewma mirov dikare bêje ku Rêber Apo bêguman dikare were rojevê. Ji ber ku pirsa Kurd wê were nîqaşkirin. Dema pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin, bêyî ku Rêber Apo di rojevê de be, nîqaş çênabe. Lê ne wisa bû. Pirsgirêka Kurd, sedemên pirsgirêka Kurd, rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd hatin nîqaşkirin, lê Rêber Apo neanîn rojevê. Berevajî wê kesên ku terora mezin 100 sal in di asta qirkirinê de li ser gelê Kurd didan pêkanîn, Rêber Apo, Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û partiya me bi sûcdariya teror û terorîstbûnê sûcdar kirin û dikin. Çi hatiye ber wan gotine. Bi awayekî erzanî hewl dan vî tiştî di nav raya giştî û derve de bidin qebûlkirin. Dîsa ji bo ku wisa bikin, hewl didin. Ew dibêjin qey wis bikin wê pêvajoya li Tirkiyeyê wisa bidin domandin.

Helbet ev rewşek girîng e ku pêwîstî pê heye ku li ser wê were sekinandin û rexnekirin. Bala xwe bidinê nîqaşeke hilbijartinê êbû. Lê qet nehat rojevê ku wê doza Kurdan çawa were çareserkirin. Kurdan wekî teror û terorîst nîşan didin û wisa tînin rojevê. Piştre ji gelê Kurd dixwazin ku tişta ew dixwazin bikin. Dibêjin qey wê Kurd vî tiştî qebûl bikin, dibêjin qey wê Kurdan parçe bikin. Di çarçoveya şerê taybet de li pey xapandin, dek û dolaban in.  Ev tişt derket holê. Helwestek pir basît û bêexlaqî ye. Divê li ser vî tiştî were sekinandin.

‘JI BER KU RÊBER APO ÎRADEYA ÇARESERIYÊ BÛ HATE ROJEVÊ’

Ji xeynî soz û qewlên ku didin, tu kes derneket holê ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê deynin holê û çareseriyan pêşniyaz bike. Ji ber ku Rêber Apo hêz û vîna çareseriyê ye, hate rojevê. Bê guman, ev tê fêm kirin. Bi rastî jî tu hêz û hawirdoreke siyasî tuneye ku soza pêşerojeke azad û demokratîk bide civaka Tirkiyeyê. Zihniyet, helwest û sekneke siyasî nîne. Berovajî vê yekê Kurdan layiqî qirkirinê û Tirkiyeyê jî layiqî zilm û terora faşîst dibînin û li vî tiştî ji xwe re dikin esas. Sîstema dewletê ya sed salî li ser vê bingehê dimeşe. Polîtîkaya serdema dawîn, desthilatdarî û mûxalefeta wê bi giştî nêzî vê nêzikatiya erzan bûye. Tiştek derneketiye holê ku karibin vê rewşê derbas bikin.

Demîrel her tim digot, “Kî sûdê bide, lêdanê dixwe”. Helbet aliyekî gotin û êrîşên li dijî Rêber Apo jî heye. Pir hêrs dibin. Çima pirsgirêka Kurdan eşkere dike? Çima çareserî û rêbazên azadîxwaz û demokratîk ên pirsgirêka Kurd pêş dixe? Çima çareserî û jiyana biratî pêşniyar dike? Ji ber vê yekê ew pir bi hêrs in. Ji ber ku siyaset û feraseteke alternatîfê siyaseta heyî pêşniyaz dike, gelekî hêrs in. Ji ber ku maskeya wan dixe û rûyê wan ê rast derdixîne holê. Nîşanî her kesî dide ku gotina wan çiqasî sixte û derew e, rûyê wan ê rastîn jî ji feraset û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger pêk tê. Rastiya Îmraliyê, helwest û berxwedana Rêber Apo rewşê ronî dike.

Dema ku tê pirsîn wateya berxwedana Îmraliyê çi ye, çiqasî baş tê fêmkirin, ez hewl didim bersivê bidim. Ji ber ku wisa tevdigerin nexwe fêm dikin. A rast fêm dikin lê rast nêzik nabin, bi mirovî nêz nabin, bi awayekî azadîxwaz û demokratîk nêz nabin.  Bi feraseteke faşîst, mêtinger, qirker, berjewendîparêz û şerûd nêz dibin. Feraseta wan li ser esasê dijminatiya Kurdan, gelan û jinan e. Ji ber vê jî ya berevajî dikin. Ne ku nizanin, ji ber ku baş dizanin vî tiştî dikin. Vî tiştî bi zanebûn dikin. Ev tişt jî eşkere ye û li ber çavan e.

Li aliyê din têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome. Jin, ciwan û gelê me tevî dostên xwe li her dera dinyayê têkoşîneke bênavber dimeşînin. Di serdema borî de jî ev têkoşîn domiya. Ez hemûyan silav dikim, serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez dixwazim diyar bikim ku vê têkoşîna wan gelekî girîng e.

‘DIVÊ PERGALA ÎMRALIYÊ WERE TEŞHÎRKIRIN’

Di vî warî de ji derdorên derve piştgirîyek mezin heye. Têkoşîna heval, akademîsyen, sendîka, kedkar û rewşenbîran girîng e. Divê em zêdetir bikin. Hem têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berfireh dibe û hem jî di nav dostên me de tevlîbûna vê têkoşînê de xurtir dibe. Ji ber ku dema ramanên Rêber Apo belav dibe, mirov îfade dikin ku divê xwediyê van fikran di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de nejî û xwedî azadiya fîzîkî be da ku van fikrên xwe geş bike û têxe bin xizmeta mirovayetiyê. Mirov vî tiştî dixwazin.  Pêdiviya her kesî bi vî tiştî heye. Jixwe weke pêwîstiyekê dibînin. Rêber Apo xwedî hêza ramana herî berfireh û sîstematîk e ku ji pirsgirêkên mirovahiyê re pêşniyazan dike û çareseriyan peyda dike. Bi paradîgmaya nû, ramaneke wisa sîstematîk derxistiye pêş. Ji ber vê yekê her ku em vê belav dikin, têkoşîn zêde dibe, mirov li ser vê bingehê zêdetir berpirsyariya xwe hîs dike. Ji ber vê yekê têkoşîna xwe zêdetir dikin.

‘SAZÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ JI TECRÎDÊ BEPIRSYAR IN’

Divê em hem sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, sîstema qirkirinê teşhîr bikin û hem jî hîn zêdetir fikrên Rêber Apo belav bikin. Dema ev yek hingî hatin kirin wê li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li ser bingehê azadiya Rêber Apo têkoşîn pêş bikeve, mezin bibe. Guman ji vê nayê kirin. Divê çarçoveyê de gelek şandeyên nû û sazî hene. Herî dawî şandeyek bi navê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî hat, serdana saziyên eleqeder kir, nêrînên xwe parve kirin, nîqaş kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Li ser bingehê hevdîtinên xwe li qada derveyî welêt li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê gotin ku wê têkoşînê hîn zêdetir pêş bixin û xurt bikin. Rewşek têra xwe fedakar û xwedî helwest e. Em li benda xebatên girîng in.

Em di sala 25’emîn a sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de ne. Rêber Apo 25 sal in di sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, sîstema qirkirinê de tê girtin. Ev sala 25’emîn weke hiqûqî saleke ku divê rewşa Rêber Apo were nirxandin. Ti kes nikare vê ji nedîtî ve were. Bi gotina dewleta Tirk ji bo vê yekê qanûnên eleqeder pêk neanîn, nikare were derbaskirin. Erê, ji avakirina sîstema Îmraliyê û meşandina wê, dewleta Tirk berpirsyar e. Lê NATO jî berpirsyar e, Yekîtiya Ewropa jî berpirsyar e. Saziyên wê hemû Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê berpirsyar in. Weke siyasî dewlet jî berpirsyar in. Di serî rêveberiya DYE’yê Îngilistan, Îsraîl û dewletên Ewropayê hemû ji komploya navneteweyî, ji revandina Rêber Apo û 25 salan di sîstem êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de girtin, berpirsyar in. Ti kes nikare ji vê berpirsyariyê bireve. Nikare xwe ji derveyî berpirsyariyê bibîne. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di sala xwe ya 25’an de ye, wê demê ev hêzane hemû divê nirxandinê bikin. Pêdiviyên sala 25’an ev in. Pêdiviyên hiqûqî ev in. Eger qala hiqûq, demokrasî, hiqûqa demokratîk, mafên mirovan û pêkanîna hiqûqa wekhev tê kirin, eger evane ne ji bo xapandina mirovan rast bin, wê demê neçar in ku vê rewşê binirxînin. Lê di vî alî de ti livîn û tevgerek di ti kesê de nayê dîtin. Ji 15’ê Sibatê û vir ve sê meh derbas bûn; yanî ji çaran yekê salê derbas bû eger mirov bal bide ser ti hewldan û hestiyarbûn nîn in. Avakirina rojeveke wiha nîn e. Ev rewş nayê qebûlkirin.

‘DIVÊ TECRÎD BIKEVE ROJEVÊ’

Têkildarî vê mijarê derdorên hiqûqê yên bi parastina Rêber Apo re eleqeder divê hîn zêdetir hestiyar bibin. Hîn zêdetir hewldan bikin, hîn zêdetir lêkolîn bikin. Ev wiha nayê rawestandin, bi vî rengî nayê qebûlkirin. Bi têkoşînên ku sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê teşhîr dikin, divê mirov vê rewşê hîn zêdetir bîne rojevê. Di sala 25’emîn de rewşa heyî divê bê guhertin. Tecrîdek ku mîna wê nehatiye dîtin, tê pêkanîn. Derbarê Rêber Apo agahiyek jî nayê ji derve. Hevdîtina bi parêzeran nîn e, hevdîtina bi malbatê nîn e, ti têkîlî bi derve re nîn e. Ti kes nizane di kîjan rewşê de ye û çawa dijî. Di rastiyê de divê berovajî vê yekê çêbibe. Niha herî kêm weke siyasî û îdeolojîk eger li ser bingehê fikrên Rêber Apo nêzî pirsgirêka Kurd û çareseriya wê nebin jî divê weke hiqûqî hewldanên wan ji bo rewşa Rêber Apo ya li girtîbûna li Îmraliyê hebin. Eger bi rastî jî tiştek bi navê hiqûqê hebe û yên ev danîne ji vê bawer dikin, dibêjin em ji bo her kesê pêk tînin, wê demê divê ji bo Rêber Apo jî pêk bînin û demildest bikevin nava hewldanan. Em seknek wiha qebûl nakin. Em vê bêdengiya wiha, bi bêdengî derbaskirinê qebûl nakin. Ti kes qebûl nake. Gelê me û mirovahî wê qebûl nekin. Ji xwe qebûl nakin jî. Bê navber li dijî derdikevin. Ji wî alî ve ev pir girîng e. Ev yek jî divê têra xwe bi rengekî xurt bibe rojev. Di têkoşînê de tişta herî girîng ew e ku rewşa Rêber Apo di sala 25’emîn de li ber çav bê derbaskirin. Divê guhertinên mezin bên kirin. Dixwazî heta bi hetayê, dixwazî girankirî, çi jê re bê gotin bila bê gotin lê tişta pêwîst ev e. Ji her kesê re wiha tê pêkanîn; wê demê li Îmraliyê jî divê ji bo Rêber Apo were pêkanîn. Em jî divê vê yekê wiha bînin rojevê.

Rêber Apo di çepera mraliyê de ye. Heke were pirsîn berxwedan çawa tê kirin, em bala xwe bidinê, tu tişt bandorê li wî nake. Zext, tecrîd, gef, zexta psîkolojîk, tu tişt bandorê li wî nake. Bala xwe daye ser dozê, çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurdan. Bala xwe daye ser hebûna Kurdan û pêkanîna azadiyê. Bawerî pê aniye ku divê Tirkiye demokratîk bibe û ev demokrasî li ser geşkirina jiyana azad û demokratîka  mirovayetiyê divê pêk were. Li ser vî esasî li ser xeta xwe ya fedaî bêyî dudilî, her dem bi bandor e û li dijî her cure zextan li ber xwe dide. Rastfêmkirina berxwedana Îmraliyê tê watey rastfêmkirina pirsgirêka Kurd. Ji ber vê yekê tê wateya têgihîştina rastiya Tirkiyeyê, pergala dewleta Tirk, pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ya ku ev dewlet afirandiye, pergala desthilatdar û dewletparêz; tê wateya rastfêmkirina tiştên ku îro li ser Rojhilata Navîn û mirovahiyê tê ferzkirin. Mîna neynûk û goşt bi hev ve girêdayî ne. Di vê wateyê de li dijî her cure zext, mêtîngerî, zext, faşîzm û qetlîamê tê wateya têkoşîneke bi zanebûn, rêxistinkirî û serkeftî. Heke  têkoşîneke bi vî rengî bi ser bikeve, wê rastiya Îmraliyê, berxwedana Îmraliyê, rastiya Rêber Apo, rastiya Rêbertî, ramanên Rêber Apo rast were fêmkirin û pêwîstiyên wan pêk werin. Helbet di vê wateyê de geşedanên girîng hene. Nîqaş hene. Weke tevger û gel em di nava têkoşîn û kûrbûnekê de ne. Di pêvajoyên pêşiya me de wê her tişt kûr bibe.

‘JI BO BÎRANÎNA HAKÎ KARER PÊVAJOYA AVAKIRINA PKK’Ê HAT PÊŞXISTIN’

Di salvegera 46’emîn a şehîdê me yê mezin hevrê Hakî Karer de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî wî bi bîr tînim. 46 sal in ji bo jiyandina bîranîna wî û pêkanîna armanca wî, weke gel û tevger me yek ji têkoşînên herî bi wate û girîng ên dîrokê meşand. Di sala 47’emîn de em ê vê têkoşînê li ser xeta serketinê, li ser şopa Rêbertî û şehîdan hîn xurtir bimeşînin. Em bawer dikin, em hîn rasttir bimeşînin û hîn serkeftîtir bibin. Hevrê Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê ji aliyê kontrgerîlayê dewleta Tirk ve bi dek û dolab û lîstokekê hat qetilkirin. Ev şehîdê mezin ê destpêkê yê koma Apoyî bû. Rêber Apo got, ‘me mîna ku ava kelî bi serê me de rijayî hîs kir’. Got, ‘me li aliyekê fikirî ku em çawa dikarin ji bo bîranîna şehîdek wiha bersiva rast bidin û li aliyekê jî me pêvajoya partîbûnê pêş xist û avabûna PKK’ê me pêk anî. Li aliyê din ji bo jiyandina bîranîna şehîd, me berxwedana parastina cewherî pêş xist. Li ser bingehê parastina rewa me têkoşîna gel a hebûn û azadiyê da destpêkirin. Eger hevrê Hakî Karer bi vî rengî nehatiba qetilkirin, wê çûyîna PKK’ê çawa ba nediyar bû’. Got, ‘di rastiyê de ev komkujî bû sedem ku em aliyek wiha pêş bixin. Lewma berxwedana PKK’ê û azadiya Kurd, bîranîna Hakî Karer bi rêxistin û bi çalak kirinê ye’. Ev berxwedana mezin, 46 sal in ev meşa bi qehremanî, meşa fedayî ya li ser xeta şehadetê, li dijî her cure zorî û astengiyê ji bo xwedî derketina li bîranîna hevrê Hakî Karer, jiyandina wê bîranînê û bi serxistina armanca wî hat pêşxistin.

PKK partiyek wiha ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgerek a berxwedanê ya wiha ye. Divê ev were zanîn. Helwesta Rêbertî ku tevgerek wiha pêş xist, helwestek li ser bingeha bi rengekî rast li bîranîna şehîdan xwedî derketin û bi armanca jiyandinê bû. Helwesta şoreşgerî ya Rêber Apo jî li dijî êrîşên derbeya leşkerî ya faşîst 12’ê Adara 1971’an ji bo xwedîderketina li bîranîna pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyî ku di nava berxwedanê de şehîd bûn û ji bo jiyandina wan çêbû. Beşek mezin ê van şehadetan jî di meha Gulanê de bûn. Mînak 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li Enqereyê hatin darvekirin. Rêber Apo jî dema ew hatin darvekirin, li heman girtîgehê bû û mehek berê hatibû girtin. Dîsa 18’ê Gulana 1973’an li Emniyeta Amedê Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê hat qetilkirin. Wê demê Rêber Apo ji bo bingehên koma Apoyî bavêje, fêmkirina van bîranînan û rast xwedî derketina li wan di nava wê hewldanê de bû ku hêza avêtina gavên destpêkê, nîşandana wê cesaretê, wê biryardarî û zanebûnê pêş bixe.

Meha Gulanê ji bo tevgera şoreşger a Tirkiyeyî mehek girîng e. Di şexsê Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkaya de ez şehîdên tevgera çep, sosyalîst û demokratîk ên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dibe salvegera 50’emîn a şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya. 50 sal in ev berxwedan ji bo bîranîna pêşengên şoreşger dimeşe. Şehîdan Rêber Apo jî meşand. Rêber Apo her tim got, ‘van şehîdan hêz dan min. Ji bo armanc û bîranînên wan li erdê nemînin, bêyî serkeftin nemînin min têkoşînek bi vî rengî li cihek ku ez qet lê amade nebûm min girt berçav, ketimê û ji bo pêşxistina vê têkoşînê hewldan kir’. Nîviya vê têkoşîna mezin a 50 salî ji derve; ji Enqereyê bigire heta Kurdistanî û Rojhilata Navîn bi têkoşîna hatî meşandin derbas bû, nîvî jî di nava berxwedana li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê derbas dibe.

‘ŞEHÎD HEMÛ LI SER XETA 18’Ê GULANÊ JIYAN Û MEŞIYAN’

18’ê Gulana 1977’an Hakî Karer şehîd bû; şehîdek çêbû. 19’ê Gulana 78’an jî li Hîlwanê Halîl Çavgûn şehîd bû; dema ji bo bîranîna Hakî Karer çalakî hat kirin du şehîd çêbûn. 17’ê Gulana 1982’an berxwedana mezin a Çar Şoreşgeran çêbû ku cuntaya 12’ê Îlonê Amedê bi zîndanê ronî kirin. Du şehîd, bûn çar, çar bûn heşt, heşt bûn 16, bûn sed, bûn hezar, bûn deh hezaran. 46 sal in zêdeyî 46 hezar şehîdên qehreman derketin holê. Bîranîna şehîdekî tevgerek şehadetê ya mezin a bi vî rengî derxist holê. Artêşa şehîdan pêş xist, ava kir. Divê mirov vê yekê bibîne. Teqez berxwedana fedayî ya li ser xeta evqas şehadetan bi helwesta Rêbertî û bi xwedîderketina li bîranîna Hakî Karer re girêdanek xurt heye. Divê em vê rast fêm bikin. Ev berxwedan, şehadet di meha Gulanê de çêbûn, di mehên din de çêbûn, her roj çêbûn. Hejmara wan bû deh hezar. Ji her rojê re bi dehan, bi sedan berxwedan û şehadet çêbûn. Her roja meha Gulanê bi şehîdên wiha, berxwedana li ser xeta şehadetê tijî bû. Meha Gulanê bi vî rengî bû meha şehîdan. Di her rojek wê de bi dehan şehîd hene. Berxwedanên bi lehengî hene ku rê ji bo dehan şehîdan vekiriye. 18’ê Gulanê ji ber ku meşek wiha ya şehadetê, meşa fedayî derxist holê û da destpêkirin bû roja şehîdan. Şehîd hemû li ser xeta 18’ê Gulanê jiyan, meşiyan û şehîd bûn. Ruhê 18’ê Gulanê hilgirtin. Girîng e ku mirov rastiya şehîdan rast fêm bike. Em her tim tînin ziman; hêza ku me perwerde dike, rêxistin dike, dike yek, li cem hev digire, bi wêrek dike, fedakar dike, astengiyan bi me dide derbaskirin, her tim li her derê çavkaniya me ya hêzê ya herî esas, pêşengên me yên ku rêya rast, rêya jiyana rast nîşanî me didin, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd li ser xeta şehîdan, bi pêşengiya şehîdan û bi fermandariya şehîdan dijîn.

‘ŞEHÎD RÊYA ME RONÎ DIKIN’

Li pişt hemû destkeftiyên ku 46 sal in li ser navê azaadiyê de li Kurdistanê hatine afirandin, bêguman rastiya şehîdan heye. Ev hemû destkeftî bi pêşengiya şehîdan hatin afirandin. Bi têkoşîna di xeta şehîdan de hatiye afirandin. Jixwe ne mimkûn bû ku di van şert û mercan de têkoşînek wisa bihata meşandin. Rêber Apo her tim ev gotiye. Ji bo şert û mercên têkoşînê yên li derve jî got, ji bo Îmraliyê jî got. Rewşa berxwedana Îmraliyê helwesta hemû gelê Kurd û welatparêzên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat e. Ji ber ku ji aliyê Rêber Apo ve tê temsîlkirin. Di wê rewşê de çavkaniya herî bingehîn a hêzê rastiya şehîdan e. Şehîd fermana vî tiştî didin me û wiha tînin ziman; jiyana rast jiyana azad e. Ji xeynî jiyana azad jiyaneke din nayê qebûlkirin. Heke wê jiyanek hebe, divê jiyana azad be. Jiyaneke din nayê qebûlkirin. Rêber Apo wiha anî ziman û weke fermana şehîdan ji me re pênase kir. Ji bo jiyana azad çi pêwîst be wê were kirin. Wê her cure cesaret û fedakarî bên nîşandan, her cure zehmetî û astengî bên derbaskirin, di bin her şert û mercî de li berxwedan were kirin. Bi awayekî din, bi cureyekî din jiyan pêk nayê.

Ji ber vê şehîd rêya me ronî dikin. Rastiyê û rê nîşanî me didin. Her kêlî bi me didin hîskirin ku jiyana rast, azad û bi edalet çawa ye. Bi qasî ku em vî tiştî fêm dikin û hîs dikin, li ser vî esasî em xwe perwerde û rêxistin dikin, em dikarin cesûr û fedakar bin, em azadîxwaz û berxwedêr bin. Bi vî awayî em dibin milîtanên serkeftî yên ku dikarin her cure zextan û astengiyan derbas bikin.

‘DIVÊ EM ŞEHÎDAN RAST FÊM BIKIN’

Bi berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna re ev xeta milîtanî û xeta fedaî çawa gihişt asta herî jor? Bûye îrade, cesaret û fedakariyeke ku dikare li hemberî her cure zehmetiyan li ber xwe bide, li hemberî her cure êrîşên dijmin li ber xwe bide û bi ser bikeve. Di giyan, fikir, jiyan, xeteke wiha de ‘tiştekî ne mumkun’ û “serkeftin pêk nayê’ tune ye. Li hember her cure êrîşa dijmin, di her şert û mercî de, berxwedan û serketin mumkun û pêwîst e. Jiyana rast ev e. Şehîd jî ji me re dibêjin hûn ê vê yekê esas bigirin. Heta ku ev zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker ji holê rabe û têk biçe, divê ev berxwedan bidome. Divê mirov berdêlê bide ber çavê xwe. Li ser xeta şehadetê de divê meşa fedaî pêk were. Divê ji berxwedanê neyê tirsîn. Divê xema ev be ku wê ev têkoşîn were sekinandin û qutkirin. Lê divê ev berxwedan tu carî neyê qutkirin. Ferhat Kûrtay û hevalên wî di 17’ê Gulana 1982’an de dema ku li Zindana Amedê xwe şewitandin gotin ‘Avê lê nekin, agir geş bikin.’ Gotin ‘Berxwedanê geştir bikin, belav bikin û bidomînin’. Rastiya şehîdên Gulanê ev e.

Rastiya ku bi Hakî Karer dest pê kir tê wateya vî tiştî. Bi wesîleya meh û roja şehîdan helbet divê em zêdetir li ser rastiya şehîdên qehreman bisekinin. Divê em di xeta Rêbertî û şehîdan de zêdetir xwe ji nû ve binirxînin. Divê em rexneyê, xwerexnekirinê pêş bixin. Em çiqasî xeta şehîdan fam dikin? Çiqas xeletiyên me hene? Me xwe çiqas li ser vê bingehê perwerde kiriye? Me çi qas giyan, hest, fikir û tevgerên xwe paqij û serast kir û anî ser xeta şehîdan? Divê em di nava pirskirin, rexnekirin, xwe rexnekirineke wiha de bin. Divê em di xeta şehîdan de xwe pêş bixin. Ji bo vê jî helbet divê em çalakiyên bîranîn û fêmkirinê, li her qadê nîqaşan li dar bixin û serdana goristanan bikin. Divê em bûyerên şehîdan nîqaş bikin û lêkolîn bikin. Divê em pirtûk, helbest, nivîs û raporên şehîdan bixwînin û li ser wê lêkolînan bikin. Divê em li ser vê bingehê xwe bi perwerde û nû bikin, rastiya xwe rêxistin bikin. 

Di sala 47’an a şehîdan de divê em xwe veguherînin şoreşger û welatparêzên ku rastiya Rêbertî û şehîdan rasttir fêm dike û vê xetê bi serkeftî bi cih tîne. Em Tevger û gel li ser vê bingehê nêzîk dibin. Em vê meha 46’an a şehîdan bi coş û hesteke wiha dijîn. Em ê xwe bi hêz bikin û li ser esasê vê bihêzbûnê em ê sala 47’an bikin qada têkoşîn û serkeftinên mezintir. Li ser van esasan ez careke din di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza xwe dubare dikim ku em ê bîranînên wan zindî bihêlin û bigihin armancên wan.