​​​​​​​PDK′ê careke din çeka xwe li hember Rojava rakir

PDK`ê careke din deriyê Sêmalka-Pêşxabûr bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt. Deriyê sînor, wek çekekê li dijî herêmê bi kar tîne û bi armancên siyasî ku nirxên mirovî derbas kirin, careke din li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

​​​​​​​PDK′ê careke din çeka xwe li hember Rojava rakir
17 gulan, 2023   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtina deriyê Sêmalkayê di nava şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûye rojevek. Girtina wê li ser aliyê mirovî û aborî bandoreke mezin çêdike. Ew yek di demeke wisa de pêk tê ku ji gelek aliyan ve dorpêç li ser herêmê heye.

PDK′ê ku deriyê Pêşxabûr kontrol dike, 11′ê Gulanê bêyî agahdarkirina rêveberiya deriyê Sêmalkayê, derî girt.

ÇÎROKA SÊMALKAYÊ JI ROJA YEKEMÎN VE

Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr yek ji deriyên sînorî yên girîng e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Başûr ve girê dide. Li kêleka wê jî deriyên Ewn Dadat, Um Cilod û Tayhe yên li Minbicê û deriyê Til Koçer ê li Tebqayê ku girtî ye, hene.

Di 2013′yan de deriyê Sêmalkayê bi awayekî fermî hate vekirin, da ku herêmên Rojava bi Başûrê Kurdistanê ve girê bide û ji bo armancên mirovî, bazirganî û aborî be.

Ev derî ji bo Rojava deriyê yekane ku herêmê bi derve ve girê dide. Bi taybet di destpêka şoreşê de dema herêm ji tevahî aliyan ve di dorpêçeke giran de bû, deriyê Sêmalkayê xwedî bandoreke mezin bû.

Derî ji bo veguhastina nexweş û rewşên mirovî yên her du aliyan û bazirganiyê dihat bikaranîn.

Her wiha ew deriyê yekane yê anîna dermanên tibî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Li aliyekî din jî rêxistinên mirovî û alîkariyên mirovî di wî derî re derbas dibûn.

‘SIYASETÊ DI SER KAR Û BARÊN MIROVÎ RE DIGIRIN’

Ji dema vekirina deriyê Sêmalkayê û heta roja îro ve, gelek caran PDK′ê derî girt. Di Tebaxa 2020′an, Sibat û Kanûna 2021′ê de jî hate girtin. PDK′ê di Sibatê de nehişt alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê re derbas bin.

PDK′ê deriyê Pêşxabûr wek belgeyeke şantajê û zexta siyasî li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne.

Di nîvê sala 2021′an de, PDK′ê şertê ′formê′ ji bo kesê dixwaze ji Rojava derbasî Başûr bibe danî û ger PDK′ê erê kir, ew kes dikare derbas bibe û ger erê nekir nikare derbas bibe.

Form dişibe daxwaze serdanê. Rêveberiya deriyê Pêşxabûr li ser kesên dixwazin serdanê bikin, ferz dike. Lê agahiyên di daxwaznameyê de gelek pirsan çêdikin.

Agahiyên di formê de tacîzî û cihê nîqaşê ne û tê de hûrgiliyên kesên dixwazin serdana herêma Kurdistanê bikin, hene; nav, navnîşana niha û berê, nimreya telefonê li Rojava û li Başûrê Kurdistanê, ol, netewe, navnîşana cihê ku dê serdanê bike, nav û nimreya kesên dixwazin serdana wan bikin û armanca serdanê.

Li gorî rêveberiya deriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji dema girtina van tedbîran ve, tevgera çûn û hatinê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de kêm bû.

Di destpêkê de hate gotin ev form biryarek e û dê di 48 saetan de erêkirin an jî neerêkirina wê diyar bikin. Lê niha heta çend mehan biryar tê dayîn û hin caran kesên daxwazname pêşkêş kiriye, tu bersivan wernagirin û nikarin derbas bibin.

Form wek alaveke siyasî tê bikaranîn. Pirî caran ji bo mijarên siyasî yan jî paşxaneya siyasî daxwazname nayên erêkirin.

Çavdêran diyar kir ku form ji nivîsgehên qaşo ENKS′ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê re tên pêşkêşkirin û ger kesên daxwazname pêşkêş kirine, meyla wan a siyasî li dijî ya ENKS′ê be daxwazname tên redkirin.

RÊVEBERIYA DERÎ: DIVÊ DERÎ JI BO ALIYÊN MIROVÎ WERE BIKARANÎN

/ar/uploads/files/2023/05/16/194248_0000.webp

Gerînendeyê têkiliyên deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed ji ajansa me re wiha got: "Girtina derî bi aliyên siyasî ve girêdayî ye."

Ehmed eşkere kir ku ji dema vekirina derî ve 4 heta 5 caran derî bi yekalî hatiye girtin. Ehmed anî ziman ku divê derî bi aliyê mirovî ve were girêdan.

Di vê dawiyê de hate gotin Amerîka ji bo vekirina derî navbeynkarî kiriye, lê di vê yekê de heta niha tiştekî nû tune ye. Ji ber hîna derî li pêş şêniyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê PDK′ê ve girtî ye.

Desthilatên PDK′ê bi hinceta şandeyên siyasî derbasî Başûr nebin û hewldana veguhastina teqemeniyan çênebin, derî girt. Da ku balê ji ser lîstina bi dosyaya derî ve dûr bixe û şantajeke siyasî li dijî rêveberiya herêmê di aliyê siyasî de bike.

Têkildarî girtina derî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê got: "Bêyî agahdarkirina me û bêyî tu sedemên zelal deriyê Sêmalka yê bi ser herêma Kurdistanê ve hate girtin. Ev biryar bi awayekî ferdî hat dayîn û PDK′ê ev biryar da.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe ya 13′yê Gulanê de daye, got: "Em dixwazin ev derî bi çi şêwazî dibe bila bibe nebe ala û rêbazeke zexta siyasî li dijî herêmên me. Divê ev yekalî be û ji hin helwestên siyasî yên teng were rizgarkirin. Em bi hêvî ne zimanê hişmendiyê di dosyayê de serwer be û derî car car nebe alaveke şantajê."

Rêveberiya Xweser her wiha di daxuyaniya xwe de anî ziman: "Gelê me hîna li ber xwe dide û lê rêbazên mayînê digere. Ev biryarên wiha li dijî berjewendiya gel û destkeftiyên wê ne."

Rêveberiya deriyê Sêmalka diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêşxabûr tawanan pêk tîne û hewl didin bi vê yekê kiryar û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Rojava binixumîne. Rêveberiyê destnîşan kir ku berpirsên PDK′ê bi girtina derî hewl didin berpirsên ENKS′ê di ser gel re bigirin û derî bixin xizmetî xwe.

Girtina derî dê bandoreke neyînî li ser gelek aliyên jiyanê yên li herêmê bike û PDK′ê jî dixwaze ev yek pêk bê.

(fr)

ANHA