Dîroknas Şikakî: Tevlêbûna li şoreşê dê xeyalên Serhildana Agiriyê zindî bike

Dîroknas Abdullah Şikakî got plangeriyên Sovyetê, dewleta Tirk û Îranê ji bo berjewendiyên xwe li dijî Serhildana Agiriyê pêk anîne, îro jî ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî tên meşandin. Şikakî diyar kir ku wê demê birêxistinbûna siyasî ya Kurdan ne gelêrî bû, lewma têk çû lê niha bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dikarin encamê bigirin.

Dîroknas Şikakî: Tevlêbûna li şoreşê dê xeyalên Serhildana Agiriyê zindî bike
16 gulan, 2023   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Beriya 97 salan (16 Gulan 1926) li Agiriyê bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa li dijî zilma dewleta Tirk serhildana ku ji aliyê rêxistina Xoybûn ve hatiye plankirin, dest pê kir. Di dîroka Kurdistanê de ev serhildan wekî serhildaneke şoreşgerî ku ji aliyê rewşenbîr, siyasetmedaran ve hatiye birêxistinkirin, tê binavkirin. Lê tevî hemû lehengî û hewldanên mezin jî li hemberî êriş û plangeriyên hêzên herêmê negihîşt encame. Piştî 97 salan Kurd vê carê bi têkoşîneke hîn zanistî, rêxistinî, civakî ber bi azadiyê ve dimeşin û di rojeva cîhanê de ne.

Bi minasebeta salvegera Serhildana Agiriyê dîroknas û nivîskar Abdullah Şikakî der barê Serhildana Agiriyê sedema têkçûnê û derfetên serkeftina îro yên Kurdan de ji ANHA`yê re axivî.

‘PLANÊN LI SER SERHILDANA AGIRIYÊ DIŞIBIN PLANÊN NIHA’

Abdullah Şikakî diyar kir ku di pêvajoya berxwedana gelê Kurd di Kurdistanê de şoreşa Agiriyê dîrokeke gewre ye û got: “Şoreşa Agiriyê şoreşa zanebûnê bû. Di sedsala 20`an de ev şoreşa yekemîn bû ku bi rengekî zanistî, leşkerî û tevlêbûna gel re pêk hat. Herêma Agirî gelekî mezin e ku berxwedaneke mezin, rexistineke leşkerî lê xurt hebû. Zirarên gelekî mezin dan artêşa Tirk. Di demên dawîn de hin planên mezin hatin çêkirin ku ew dem dişibe demên niha. Hin tifaq bi dewleta Îranê re hate çêkirin rola Rûsyayê niha çawa be di wê demê de jî heman tişt bû. Di şoreşê de li dijî êrişên dewleta Tirk, wekî şêwaze gerîla ji Agiriyê mezin derbasî Agiriyê biçûk dibûn. Agiriyê biçûk jî fermî di nav sînorê Îranê de bû. Artêşa Tirk jî nikarîbû sînor derbas bikira.”

‘HEMAN KOMPLO LI SER RÊBER ABDULLAH OCALAN PÊK HAT’

Dîroknas Abdullah Şikakî destnîşan dike ku bi komploya Sovyetê û Îranê re Serhildana Agiriyê dişibe komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha dinirxîne: “Piştî 3 sal derbas bû, şûnde dewleta Tirk tifaq bi Îranê re çêdike û şandeyekê bi rê dike Îranê. Ji Îran re dibejin `hûn çi erdê li şûna Agiriyê biçûk dixwazin em bidin we, hûn tenê Agiriyê Biçûk bidin me`. Planeke mezin li ser Kurdan hatibû çêkirin. Dewleta Tirk beşek ji erdê xwe wek Kelereş tenezûl kir û Agiriya Biçûk girt. Di dawiya şoreşê de êrişa herî mezin pêk anîn. Koma şoreşê dema xwestin sînor qut bikin, dewleta Îranê rê girtibû. Wê demê Îhsan Nûrî Paşa vê komploya dewleta Tirk û Îranê nas kir. Ev tifaq bi veşartî hatibû çêkirin.

Wê demê Îhsan Nûrî Paşa nameyekê dişîne Fermandariya Giştî ya Sovyetê Stalîn re dişîne û dixwaze bi wan re vê pirsgirêkê çareser bike. Sovyet jî tiştek wiha digeriyan ku tekiliyên xwe bi Tirkan re baş bikin ku Tirk ber bi aliyê rojavayê Ewropayê re diçûn. Sovyet şandeyeke xwe dişîne Enqereyê û tifaqan çêdikin. Ev tifaq li ser armanca wergirtina Îhsan Nûrî Paşa bû. Dewleta Tirk ji Soveyetê xwest teslîmî wan bikin. Ev komplo dişibe komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan.

Ji ber Îhsan Nûrî Paşa nas nakin li şûna wî hevalê wî digirin. Neçar ma ku ew jî here Îranê û li vir gelekî zehmetî û zordarî kişand. Di dawiyê de jî dawî li jiyana wî anîn. Wekî hincet jî gotin bisiklet lê ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Lê ev planek bû.”

Têkildarî şikestina Serhildana Agiriyê de Abdullah Şikakî behsa rola rêxistina Xoybûnê dike û dibejê: “Îhsan Nûrî Paşa bang li rêxistina Xoybûnê jî dike ku li Sûriyeyê piştgiriyê bidin şoreşê. Wan jî digot em xwediyê şoreşê ne, ev şoreş di bin siya wan de ye, Îhsan Nûrî Paşa tenê fermandarekî leşkerî ye. Ew li çiyayê Agirî ne, Xoybûn jî li Beyrûtê, Şamê, Parîs an jî Amerîkayê digeriyan. Tevî ku zarokên Xoybûn di zindanê de bûn Îhsan Nûrî Paşa zext li dewleta Tirk kiribû ku ew kes hatin berdan. Wekî zarokên Cemîl Paşa. Yên serkêşiya Xoybûn jî dikirin zarokê Bedîrxan Beg û Cemîl Paşa bûn. Îhsan Nûrî Paşa ji rêxistina Xoybûn re dibejê ku li sînorê Sûriyeyê - Tirkiyeyê de çalakiyan bikin ku artêşa Tirk mijûl bibe û ji Agirî vekişe. Bi gotinan re dibejin erê û hêza me heye. Lê encam ne wekî gotinan bû. Li Kobanê komeke 30 şervanî bi pêşengtiya Osman Sabrî çalakiyeke serkeftî çê kirin. Di amadekariya çalakiya duyemîn de ji aliyê Fransa ve Şahîn Beg û Mustafa Bozan Beg li Şamê rehîn tên girtin. Li Serêkaniyê jî divê çalakî hatiba çêkirin lê agahî dan Fransa û Fransa destûr neda. Li Dirbesiyê zarokên Cemîl Paşa hebûn wan jî tiştek nekirin. Li Qamişlo û Dirbesiyê jî şervan kom kirin, Nisêbîn derbas kirin lê di encama dudiliyê de paşde vekişiyan.”

Dîroknas Abdullah Şikakî balê dikişîne ser vê yekê ku ev kesên li berjewendiyên kesayetî digerin, nikarin rêberiya şoreşan bikin û dibejê: “Ew axa, beg û maldar bûn. Divê ev hemû li çiyayê Agirî ba karê siyasî, dîplomasî bikira, lê li Beyrûtê ji xwe re rûniştin. Ev rêxistinên ku ji axa, beg û maldaran bûn (derveyî Osman Sebrî) ji tevgera kurdî re tiştek nekirin. Rêxistina wan ne gelêrî bû.”

‘PKK’Ê BINGEH DANÎ Û LI SER BINGEHÊ ŞOREŞ AVA BÛ’

Di dawiyê de nivîskar û dîroknas Abdullah Şikakî îşaret pê dike ku serhildanên Kurdan bi giştî tecrube ne, lewma divê ev mîrate di pêvajoya niha de bi awayekî baş bên dîtin û got: “Tecrubeya herî mezin a Agiriyê ye. Di vê qonaxa dawîn de ku PKK ava bû û beriya her tiştî tekiliyên xwe bi hemû beşên civakê re çêkirin. Ev erkên hemû beşên civakê ye ku tev li şoreşê bibin. Bingeh danîn û li ser wê bingehê ev şoreş ava bû. Ji ber hêza vê şoreşê ya gelerî heye hemû êrişan têk dibe. Wê dewleta Tirk li beramberî vê jî têk here ku hevgirtina gel gelekî mezin e. Divê em zêdetir pêşengiya şoreşa xwe bikin ku şoreşa me mirovî ye.”

ANHA