‘Heya îxaneta mala Barzanî hebe dê ji birîna Hewlêrê xwîn biherike’ - LEYLA ARZU ÎLHAN

‘Heya îxaneta mala Barzanî hebe dê ji birîna Hewlêrê xwîn biherike’ - LEYLA ARZU ÎLHAN
16 gulan, 2023   00:30

Leyla Arzû Îlhan keça Mehmûd Afarof e. Mehmûd Afarof di komkujiya Hewlêrê de hatibû qetilkirin. Wê bavê xwe nedîtibû û bi hêviya dîtina wî bû. Lê kujeran û xiyanetê rê neda.

Leyla Arzû Îlhan bi minasebeta salvegera komkujiyê li ser xiyanet û komkujiyê, ji ANHA’yê re nivîsand. 

“Dema tê gotin îxanet, mirov dikare bêje ji derveyî berjewendiyên neteweyî tenê li xwe hizirîn û tenê li berjewendiyên xwe yên şexsî hizirîn û di berdêla wê de peyman û tifaqên qirêjî li ser gelê xwe dan meşandin.

Dema em temaşeyî dîroka mirovahiyê dikin û bi taybet jî dema em temaşeyî dîroka gelê Kurd dikin, îxanet û têkoşîn her dem wekî du çeman an jî wekî du xetan bi hev re meşiyane. Eger em behsa dîroka îxanetê bikin, pêwîst e em hinekî qala mîtolojiyan bikin û hinekî berê xwe bidin destpêka dîroka mirovahiyê.

Îxaneta şemanan a li hember xwedawendan û birêxistinkirina ciwanan a li dijî keda jin-dayikê û mirovahiyê. Em ê bi awayekî eşkere bibînin ka çawan bi îxanetê hewl tê dayîn ked û têkoşîna mirovan an jî civakê bê mêtingehkirin.

Zêde pêwîst nake ji bo danasîna îxanetê em dîrokê vekolin, ji ber ku tişta em ê di dîrokê de lê bigerin, îro bi aweyekî herî vekirî û tazî li pêşberî me ye. Li ser vê yekê dema em behsa îxaneta PDK’ê, bi taybet a mala Barzan bikin, ji Komara Kurdistanê (Mehabad), bêbextiya li Dr. Şivan û hevalên wî, têkbirina tevgerên azadiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, hevkariya bi dewleta dagirker a Tirk re ji bo têkbirina tevgera azadiya Kurd, bi salan em bêjin û binivîsin, xilas nabe. Ji bo wê, em temaşeyî roja me ya îro bikin, em ê ji destdanîna ser maskên li dijî çekên kimyewî ya dewleta Tirk di kesayeta Zapê de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê, her wiha pêşwazîkirina qatilê bi hezaran jin, zarok û gelê me yê Efrînê û serokê HUDA-PAR yên ku sondxwariyên qirkirina gelê Kurd in, em ê îxaneta mala Barzan bi awayê herî baş fam bikin û bidin famkirin.

Komkujiya Hewlêrê jî yek ji van komkujiyan e ku bi destê îxaneta mala Barzan hatiye kirin.

Me wek gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî şahidiya vê îxaneta mala Barzan ji nêzîk ve kiriye. Wek civaka wargehê bi salan li hember hovîtî û hewldanên teslîmgirtinê yên dewleta Tirka dagirker, me têkoşîn da meşandin. Ji bo ku me ji kurdbûyîna xwe tawîz neda, me cih û warên xwe berdan û me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Başûrê welat qaşo hatibî rizgarkirin, îradeyeke Kurdan lê hatibû avakirin. Lê mixabin wekî dibêjin “xeyal rengek e, rastî rengekî din” li Başûrê welat me ev gotin bi rengekî herî dijwar dît. Ji sala 1994’an heya roja me ya îro em vê îxaneta giran a mala Barzan bi awayê herî dijwar dibînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku tevgera azadiya gelê Kurd têk bibe û qirkirina gelê Kurd pêk bîne, hemû rê û rêbaz ceribandin û diceribîne. Rêya ku herî zêde ceribandiye, rêya îxanetê ye û mixabin wek gelê Kurd, bi taybet wek civaka Mexmûrê me gelek êş ji ber vê îxanetê kişand.

Di sala 1997’an de bi awayekî herî dijwar em bi rûyê îxanetê yê qirêjî re rû bi rû man. Di sala 1997’an de bi dehan lehengên gelê Kurd li bajarê Hewlêrê de bi destê PDK’ê hatin qetilkirin. Şoreşgerên ku bi salan di hemû şert û mercên giran de li hember dewleta Tirk şer kiribû û têkoşîn meşandibû, bi destê Kurdên xayîn ên kurmê darê hatin qetilkirin.

Mehmûd Afarof (bavê min) jî yek van lehengan bû.

Dema em li wargehê diman û me bihîst bavê min derbasî Başûr bûye, em gelekî keyfxweş bûn. Sedema keyfxweşiya me jî ew bû ku bavê me yê ku me qet neditîbû, me dê êdî bidîta. Her çendî li gel me namîne jî, lê dîsan jî li Başûr nêzîkî me ye, em ê bikarin wê bêrîkirinê, bi bavê xwe re derbas bikin. Lê tişta ku dewleta Tirk bi serê me de anîbû, Kurdên noker ên li Başûr jî bi serê me de anî. Tenê ne em, ev êşa îxanêtê ya giran, bi hezaran mirovên wekî me ev êş kişand û heya niha jî dikişînin.

Pêwîst nake ez bikevim kûrahiya vê komkujiyê, ji ber ku wekî min di serî de got, ev nokeriya mala Barzan ne tiştekî demborî ye, wekî ku bûye û derbas bûye. Ev îxanet û rûyê wan ê qirêjî di roja me ya îro de bi awayekî herî vekiri li ber çavane. Ma niha yên ku siyasetmedar û şoreşgerên ji bo azadiya gelê Kurd bi salan têkoşîn kirin, digirin û radestî dijminê gelê Kurd dikin. Ma ne ew in qatilên gelê Kurd li ser xalîçeyên sor pêşwazî dikin? Ma ne ew in li ser xwîna gelê Kurd her roj xwe didin jiyandin û xwe difiroşin?

Ji bo vê yekê heya ew demarê qirêjî yê îxanetê em nebirin û hişk nekin, birînên me dê her roj xwîn jê biherike û birînên nû dê li ser dilê me û di mejiyê me de vebin.

Ji bo ku em bikarin birînên xwe derman bikin û rê nedin birînên nû vebin, pêwîst e em wî demarê xirab ê ku dijminan di bedena me de çandiye ji kokê rakin. Rêya rakirina vî demarê îxanetê jî ew e ku li hember îxanetê berxwedan û têkoşîn bilind kirine. Her ku em têkoşîna xwe mezin bikin, birêxistinbûna xwe xurt bikin em ê birînên xwe derman bikin. Wê demê em ê bikarin pabendiya xwe ya ji bo lehengên xwe bidin diyarkirin.

Di kesayeta bavê xwe de hemû şehîdên Komkujiya Hewlêre û şehîdên azadiya gelê Kurd bi minetdarî bi bîr tinim. Soza me ew e; em li hember dagirkeriyê çi qas tê bikoşin, em ê hezar qatê wê li hember îxanet û nokeriyê jî tê bikoşin.”