Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand

Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyekî ji navçeya Bilbilê revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand
15 gulan, 2023   13:14
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Seydo Hisên Dawûd (34) yê ji gundê Qere Golê yê navçeya Bilbilê revandiye.

Hat ragihandin ku Dawûd ji pêşiya mala wî ya li bajarê Efrînê hatiye revandin û bo cihekî ne diyar hatiye birin.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xwecihên Efrînê berdewam in.

(şx/c)