Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Ebûd El Hebse bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hat veşartin.

Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
Şehîdê Meclisa Sivîl a Tebqayê Ebûd El Hebse hat oxirkirin
15 gulan, 2023   13:08
TEBQA

Ebûd El Hebse dema erka xwe ya parastina avahiya Meclisa Sivîl a Tebqayê bi cih danî, roja 13’ê Gulanê di êrişeke terorî de hat qetilkirin.

Bi sedan şêniyên Tebqayê, bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ebûd El Hebse li Goristana Şehîdan veşartin.

Merasîm bi torana leşkerî ya QSD’ê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Subhî El Şêx axivî û got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in, şehîd wê di bîra gel, welat û malbata xwe de bimînin."

El Şêx anî ziman ku Ebûd di encama êrişeke terorî de hat qetilkirn û wiha domand: "Bi kiryarên wiha dixwazin me bitirsînin û ewliya herêmên me têk bibin. Lê em ji wan re dibêjin hûn nikarin îradeya me bişkînin û me têk bibin."

Subhî El Şêx di dawiya axaftina xwe de got ew gav paşde navêjin û dê heta serketinê şopdarên xeta şehîdan bin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê cîgirê hevserokatiya meclisa rêveber Ebdulezîz  El Esker got: "Şehîd mûmên ku dişewitin da ku yên din bijîn. Şehîd ew lehengên ku bedena xwe kirine pira ber bi azadiyê ve û li hemberî kesên ku  hewl dan destdirêjî xak û rûmeta me bikin, rabûn."

El Esker di dawiyê de bang kir û got: "Divê em di hemû qadan de çi siyasî be an leşkerî be têkoşînê xurt bikin. Divê em rê nedin dijminan ku bi rêya şerê xwe yê taybet gelê me têk bibin. Divê em ji planên texrîbî yên bi armanca derxistina fitneyan de hişyar bin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ebûd El Hebse li Goristana Şehîdan a Tebqayê hat veşartin.

(bb)

ANHA