Şehîd Cûdî Egîd û Samî Eles Mihemed hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Hesekê şehîd Cûdî Egîd û şehîd Samî Eles Mihemed oxir kirin. Di merasîmên oxirkirinê de hat gotin ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, encamên fedakariyên şehîdan in.

15 gulan, 2023   12:47
HESEKÊ

Xelkê bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê şervana YPJ`ê Cûdî Egîd (Tugba Karakoç) ku di 11`ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Çelebiyê yê Kobanê şehîd bûbû, oxir kir.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û diyar kir ku şehîdan bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, di oxira pêkanîna hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe feda kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî Evînar Dêrik axivî. Evînar îşaret bi rola malbata şehîd Cûdî Egîd di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û rola şehîd Cûdî di nava refên YPJ`ê de kir û soza berdewamkirina rêya wê da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Cûdî Egîd hat xwendin û cenazeyê wê hat veşartin.

Li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê jî bi sedan şêniyên navçeyê, rûspiyên eşîrên Ereban beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Samî Eles Mihemed ku dema li ser erka xwe bû di 13`ê Gulanê de gihaşt şehadetê, bûn.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Ebîr Tean axivî. Ebîr behsa rola şehîdan di parastina welat de kir û diyar kir ku destkeftiyên li herêmê bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatine.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê jî Demhat Hesekê sersaxî da malbata şehîd û soza berdweamkirina têkoşînê da. Demhat Hesekê bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna azadî, aramî û ewlehiya li herêmê de.

Rêveberê Nivîsgeha Ewqafan a navçeya Şedadê Ehmed El Eseed jî axivî û bal kişand ser cihê pîroz ê şehîdan.

Wesîqeya şehîd Samî hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristana navçeyê hat veşartin.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a39VLbXcXqE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>