Li Hesekê bi boneya Cejna Ziman çalakiyekî wêjeyî û çandî

Li Hesekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyeke çandî û wêjeyî tê lidarxistin. Di çalakiyê de dê rêbazên pêşxistina zimanê kurdî û derbaskirina astengiyan werin nîqaşkirin.

Li Hesekê bi boneya Cejna Ziman çalakiyekî wêjeyî û çandî
15 gulan, 2023   10:27
HESEKÊ

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurdî çalakiyek li hola Marbela ya bajarê Hesekê birêxistin kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, lêkolînerên zimanê kurdî û bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava di çalakiyê de amade ne.

Rêveberê Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurdî Sîpan Îsmaîl, axivî, Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir. Îsmaîl diyar kir ku zimanê kurdî zimanê dayikê yê herî kevin ê gelên Mezopotamyayê û destnîşan kir ku armanc ji vê çalakiyê vejandina Roja Zimanê Kurdî û parastina çand û zimanê kurdî ye.

Îsamîl bal kişand ser şoreşa ziman a Rojavayê Kurdistanê jî û got: "Bi şoreşa Rojava re pêşketineke ber bi çav di qada zimanê kurdî de çêbû. Ev yekî berhemên keda şehîdan e."

Sîpan Îsmaîl îşaret pê kir ku dewletên capîtalist û dagirkerên Kurdistanê hewl didin nasname û zimanê kurdî tune bikin.  Her wiha bang li gelê Kurd kir ku zimanê xwe yê dayikê biparêzin û pêş bixin.

Li gorî Komîteya Amadekar, çalakî wê ji 2 rûniştinan pêk were. Di rûniştina yekemîn de dê 2 mijar werin nîqaşkirin. Rûniştina yekemîn bi sernavê zimanê kurdî, buhayê wê, aktîfkirina wê bi zimanê din re ye. Di vê rûniştinê de dê du mijar werin şîrovekirin. Mijara yekemîn li ser pêşxistina zimanê kurdî û derbaskirina astengiyan, faktorên geşkirina zimanê kurdî ne.

Mijara duyemîn bi sernavê "Ji bo hevgirtina zimanî, geşkirina guftugoya di navbera çandan de" ye. Di vê rûniştinê de dê ev mijar werin nîqaşkirin; girîngiya guftugoya di navbera çandan de û bandorên wê li hevgirtina civakê, girîngiya geşkirina guftugoya di navbera çandan de dê çawa were pêkanîna û pêşxistin, pêkvejiyan dê çawa guftugeya navbera gelan de geş bike.

Di rûniştina duyemîn de jî dê 2 mijar werin nîqaşkirin. Mijara yekemîn bi sernavê rola pirbûna zimanî di pêkvejiyan û hevgirtina civakî de ye (minhacên Rêveberiya Xweser wekî nimune) û ev mijar werin şîrovekirin; demokrasiya heyî û rola wê di pêkanîna hevgirtina civakî de, awayê pêşxistina fêrkirina bi pirzimanî, têkiliya dewleta navendî  bi pirbûna zimanî û çandî re, rola wê di pêkvejiyana çandî. Mijara din jî bi sernavê Têknîkên jimarî û teknîka nûjen e û dê ev mijar werin şîrovekirin; taybetmendiyên têknîka jimarî, bikaranîna teknelojiyaya jimarî di fêrkirina xwendekaran de û girîngiya wê.

Di çalakiyê de dê  çîrok werin xwendin, şano werin pêşkêşkirin û stranên gelêrî yên kurdî werin gotin û helbest jî werin xwendin.

(bb)

ANHA