​​​​​​​Piştî 12 salan Sûriye beşdarî civîna Meclisa Aborî û Civakî dibe

Li Cedayê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina lûtkeya Ereban a 19`ê Gulanê de, civîna Meclisa Aborî û Civakî li ser asta wezîran dest pê kir. Şandeya hikumeta Şamê jî beşdarî civînê bûye.

​​​​​​​Piştî 12 salan Sûriye beşdarî civîna Meclisa Aborî û Civakî dibe
15 gulan, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê aborî û bazirganiya derve ya hikumeta Şamê Mihemed Samir El Xelîl serokatiya şandeya hikumeta xwe dike. Cîgira wezîrê aboriyê ya kar û barên navneteweyî Raniye El Ehmed, gerînendeyê Rêveberiya Kar û Barên Ereban a Wezareta Karên Derve balyoz Riyad Ebas, gerînendeyê têkiliyên navneteweyî Enes Biqaî û endamê Nivîsgeha Wezîrê Karên Derve şêwirmend Îhsan Ruman jî di şandeyê de cih digirin.

Di çarçoveya amadekariyên lûtkeya Ereban de, duh rayedarên payebilind ên Meclisa Aborî û Civakî civiyabûn.

Di civîna îro de rêbazên xurtkirina karê hevbeş û mijarên din ên civakî û aborî yên têkildarî dewletên Ereban, tên nîqaşkirin.

Tê payîn ku serokên Ereban ên ku dê beşdarî lûtkeyê bibin, ji roja pêncşemê de berê xwe bidin Erebistana Siûdî. Roja înê jî lûtke li dar dikeve û piştî 12 salan yekem car Sûriye jî beşdar dibe.

Sûriye di 7`ê Gulanê de bi rêya civîna li Qahîreyê careke din vegeriyabû Komkara Erebî.

Çapemeniya Siûdiyê çarşema borî ragihandibû ku şahê Siûdiyê Selman Bîn Ebdulezîz, Beşar Esed vexwendiye da ku beşdarî lûtkeya Ereban a 19`ê Gulanê bibe.

(c)