Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê

Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Zimanê Kurdî bi pêkanîna şoreşa di ziman de pêşwazî dikin. Siyaset, perwerde, çand û huner, ragihandin û aboriyê êdî bi Kurdî dimeşînin.

Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
Kurdî veguherî yek ji zimanên şoreşê
14 gulan, 2023   23:27
QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. 15’ê Gulana 1932’yan bi pêşengiya Celadet Bedirxan gelek rewşenbîrên Kurd ên wekî Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevîndê Sorî kovarek bi navê Hawar derxist. Kovara ku li Şamê dest bi weşana xwe kir, heta sala 1943’yan berdewam kir. Taybetmendiya vê kovarê ew bû ku cara yekemîn bi tîpên latîn hatibû amadekirin. Ev yek di xebatên ziman û weşangeriya Kurdî de bû duryanek.  Lewma di sala 2006’an de Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) 15’ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir. Her sal sazî û dezgehên Kurdan 15’ê Gulanê bi daxuyanî û bernameyên cuda pîroz dikin.

Di cejnek din de jî metirsiyên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Tevî têkoşîna dijwar jî Kurdî hîn di nava zimanên cîhanê yên ku metirsî li ser wan heye de cîh digire. Lê têkoşîna 40 salên dawî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê di warê ziman de jî gelek gavên girîng avêtine.

Yek ji van jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re xebatên ziman bûn yek ji qada bingehîn a têkoşînê.

Di 10 salên pêvajoya şoreşê de ji siyaset heta perwerde, aborî, çand û huner, ragihandin pergalek berbiçav ku dikare ji bo tevahiya Kurdan bibe mînak hatiye avakirin.

SIYASET

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re têkildarî zimanan jî yasa û biryar hatin derxistin. Li gorî Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin. Hemû yasa, biryar û daxuyaniyên rêveberiyê û saziyên girêdayî wê pêwîste bi van 3 zimanan werin amadekirin. Li herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, hemû sazî û dezgeh jî civînên xwe bi zimanê Kurdî çêdikin, biyar û daxuyaniyan bi Kurdî didin.

FERHENGA TÊGEHÊN RÊVEBERIYÊ TÊ AMADEKIRIN

/kr/uploads/files/2023/05/14/204846_mlad-xezal.webp

Di çarçoveya pêşxistina zimanê Kurdî ya qada siyasî de, xebatên nivîskî jî tên meşandin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li ser ziman, terz û usluba rêveberiyê ferhengekê amade dike.  Endamê SZK’ê Mîlad Xezalê destnîşan kir ku ew dixwazin ji bo saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wan dest bi amadekariya ferhengê kiriye û têkildarî naveroka wê ev agahî parve kirin: “Di ferhengê de wê têgehên têkildarî xebatên daxuyanî, axaftin, arşîv, biryarname û hwd. cîh bigirin.”

PERWERDE

Xebateke girîng a têkildarî ziman, di qada perwerdeyê de tê meşandin. Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya herêmê 4 hezar û 931 dibistan (dibistanên seretayî, navîn û amadeyî) hene. Li van dibistanan 834 hezar û 691 xwendekar dixwînin. Her wiha li Qamişlo Zanîngeha Rojava, li Kobanê Zanîngeha Kobanê û li Reqayê jî Zanîngeha El-Şerq heye.

Li tevahiya herêmên ku Kurd û pêkhateyên din bi hevre dijîn, perwerde bi zimanê Kurdî û Erebî tê dayîn. Li herêmên ku tenê Kurd dijîn, perwerde tevahî bi Kurdî ye, lê dersa zimanê Erebî jî tê dayîn. Tevahiya materyalên perwerdeyê jî li gorî vê yekê hatine amadekirin. Bi gotineke din tevahiya materyalên perwerdeyê bi zimanê Kurdî jî hatine amadekirin. Bi heman rengî li zanînehan jî hîndekarî bi Kurdî jî tê dayîn, marteryal hatine amadekirin. Her wiha Beşa Ziman û Wêjaya Kurdî hatiye vekirin. 

XWENDEKAR: JIYAN BI KURDÎ WATEDARTIR E

/kr/uploads/files/2023/05/14/204730_xelat-mihemed.webp

Xwendakara bi navê Xelat Mihemed ku li Qamişlo dibistana navîn dixwîne, destnîşan kir ku bi perwerdeya zimanê dayîkê (Kurdî) jiyan watedartir dibe û got: “Em fêrî dîrok û çanda xwe dibin; em ê jî vê zanistê veguhêzin pêşeroja civaka xwe.”

/kr/uploads/files/2023/05/14/204820_rzan-hemo.webp

Mamosteyê Zimanê Kurdî Rêzan Hemo anî ziman ku materyal her sal tên sererastkirin, guncawtir dibin û hezkirina şagirtên Kurd ji bo ziman û welat zêdetir dibe.

/kr/uploads/files/2023/05/14/204752_sxa-ehm.webp

Dayika bi navê Şêxa Ehmê ku 2 zarokên wê materyalên bi Kurdî dixwînin jî, got ku perwerdeya bi zimanê dayîkê şansekî mezin e û wiha dom kir: “Dema em zarok bûn fêrbûna zimanê Kurdî bi dest me neket. Lê niha ji bo zarokên me çêbûye û ev gelekî baş e.”

JIYANA CIVAKÎ Û ABORÎ

Jiyana civakî û aborî jî beşek din a ku şoreşa ziman pêş dixe ye. Birya şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi Kurdî axaftin, danûstandinên bazarê yên bi Kurdî û navên Kurdî yên dikanan qedexe bû. Lê piştî 10 salên şoreşê, niha jiyan bi Kurdî diherike, li bazarên bajarên Kurdan Kurdî serwer e. Navên dikanan bi Kurdî û Erebî tên danîn. Bi gotineke din êdî zimanê Kurdî dibe zimanê aboriyê jî.

ÇAND, HUNER, WÊJE Û SÎNEMA

Çand û hunera Kurdî, wêje û sînemaya wê jî di 10 salên şoreşê de bûye navnîşanek. Di rewşa niha de li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan komên muzîk, şano, govend û zarokan xebatên xwe dimeşînin, berheman pêşkêş dikin. Salê carekê jî Mîhrîcan Mûzîkê ya Orkêş tê lidarxistin.

Ji sala 2015’an ve xebatên sînemaya Kurdî jî ketin pêvajoyeke nû ya afirînerî û hilberînê. Di bin sîwana Komîna Fîlman a Rojava a girêdayî TEV-ÇAND’ê de li Qamişlo, Kobanê û gelek deverên din atolye hatin vekirin, perwerde hatine dayîn û bi dehan sînemavan hatin gihandin. Heta niha nêzî 10 fîlm, rêzefîlm û belgefîlm hatine çêkirin. Bi armanca pêşxistina sînemayê tê plankirin ku akademiyek jî were vekirin. 

260 PIRTÛKÊN KURDÎ Û PÊŞENGEHÊN PIRTÛKAN

Wêjeya Kurdî êdî derbasî asta afirîneriyê bûye. Xebatên ku dibin sîwana saziyên rewşenbîriyê de tên meşandin, berhemên xwe dane. Li gorî Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2016’an heta niha 260 pirtûkên helbest, roman, çîrok û wêje yên bi Kurdî hatine weşandin. Dîsa di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya zanîngehan de wêjenas tên gihandin. Bi mebesta teşwîqkirin û pêşxistina wêje, nivîskarî û xwendina Kurdî jî, ji sala 2022’yan ve pêşengeha pirtûkên Kurdî tê vekirin. Ji bilî van, rewşenbîr û nivîskar li gorî bernameyên tên derxistin li rewşên siyasî, aborî, civakî, huner û wêjeyî semîner û panelan li dar dixin.

AGAHÎDAYÎN KURDÎ

Hemû xebatên şoreşê ku yên têkildarî ziman jî di nav de ne, bi weşangeriya Kurdî ji civakê re tên ragihandin. Xebatên ku ragihadinê ku bi pêla şoreşê re veguherîn sazûmaniyê, êdî bûne deryayek wergirtina agahiyan, çavkaniya ziman û çandê jî. Li herêmê 3 televîzyon, 3 ajans, 16 radyo, bi dehan rojname û bi sedan malperên înternetê bi zimanê Kurdî weşanê dikin. 

(a)

ANHA