​​​​​​​′Bersiva herî xurt a li dijî tecrîdê belavkirina fikrê neteweya demokratîk e ′

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan bang li ciwanan kir ku roleke aktîf di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bilîzin û got, bersiva herî guncaw ya li dijî tecrîdê belavkirina fikrê neteweya demokratîk ye.

​​​​​​​′Bersiva herî xurt a li dijî tecrîdê belavkirina fikrê neteweya demokratîk e ′
15 gulan, 2023   01:11
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan tecrîda girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê şermezar kirin. Jinên Ciwan diyar kirin ku ew ê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

/kr/uploads/files/2023/05/14/201204_-.webp

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê diyar kir ku ruxmî girankirina tecrîdê, fikrê Rêber Abdullah belavtir dibe.

Firyal got, ji bo pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were têkbirin erka her kesên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in, ramanê wî belav bikin. Firyal wiha domand: "Bê guman erka me ye ku em vê fikrê azad li cîhanê belav bikin û bidin nasîn, bi vê yekê em ê dersekê bidin dagirkeran. Bersiva me ya li dijî tecrîd û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gel û Rêbertiyê me belavkirina ramanê Rêbertî ye. Armanca me jî li gorî fikrê neteweya demokratîk em azad bijîn."

Firyal Temê li ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîd jî  got: "Em bang li dewlet û rêxistinên navneteweyî nakin, ji ber ew rewşa Rêbertî û rastiya êrişên li dijî Kurdan paşguh dikin. Lê em bang li ciwanên li tevahî Kurdistanê dikin ku dakevin kolanan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Kî dixwaze azad bijî, divê li hember bêdengiyê rabe û tev li têkoşînê bibe."

/kr/uploads/files/2023/05/14/201234_-.webp

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn jî got dê ciwan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qad û kolanan bin û wiha domand: "Bê guman em berê xwe nadin paşguhkirina navneteweyî, ji ber ku Rêberê me di tecrîdeke giran de ye. Em jin van kiryaran qebûl nakin û dê azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanca me be."

/kr/uploads/files/2023/05/14/201220_-.webp

Endama yekitiyê Mizgîn Silêman jî behsa rola ciwanan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Tecrîd nayê qebûlkirin, ji bo bidawîkirina tecrîdê em li qadan bin. Ji lew re divê ciwan roleke sereke ji bo vê yekê bilîzin. Ji ber ku bê serok jiyan nabe."

(fr)

ANHA