Meclisên jinan: Zaroktî û mirovahî di xeteriyê de ye

Meclisa Jinan a PYD′ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê sûca hovane ya li dijî 2 zarokan li Efrîna dagirkirî pêk hatiye şermezar kir û hişyarî da ku mirovahî û zaroktî li herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin di xeteriyê de ne.

Meclisên jinan: Zaroktî û mirovahî di xeteriyê de ye
13 gulan, 2023   13:13
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser sûcên tecawizkirinê yên li dijî zarokan ên li Efrînê û herêmên dagirkirî daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî li pêş navenda giştî ya partiyê ya li Qamişloyê hate xwendin. Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Sebah Osman bi zimanê Erebî û endama Meclisa Jinan a PYD′ê Dîdem Elî bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Para herî mezin ji êş, koçberkirin û qirkirinê ji jinan re bû. Armanca herî mezin a dijmin, bi taybet dewleta Tirk a faşîst di wê baweriyê de ye ku têkbirina şoreşê girêdayî têkbirina jinan e. Îro em li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de dibînin ku sûcên herî hov pêk tînin; kuştin, koçberkirin û girtina mezinan heya bi zarokan.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk herî dawî destdirêjî li 2 zarokan li bajarê Efrîna dagirkirî kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em van sûcên hovane yên li herêmên dagirkirî şermezar dikin.  Em daxwaz ji tevahiya saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û wan çeteyan muhasebe bikin, ji ber ku zaroktî û mirovahî di xetereyê de ye. Em daxwaz ji hemû jinan dikin ku asta têkoşînê bilind bikin.”

/kr/uploads/files/2023/05/13/131619_0.webp

Girêdayî mijarê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê jî daxuyaniyek da. Cîgira meclisê Buseyne El Hesen daxuyanî li pêş avahiya partiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tu ewlehî û îstîqrarî mîna ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, li herêmeke din tune ye. Ji ber ku jinên wan herêman ked ji bo jiyana birûmet da û hemû ji bo mirovahiyê ne.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku ji dema têkbirina DAIŞ′ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dewleta Tirk dest bi hewldanên dagirkirinê kirin, siyasetmedar û jinên têkoşer ên herêmê hedef girtin, da ku wan ji projeya demokratîk bi dûr bixe.

ANHA