Iraq: Vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban vegera Sûriyeyê li Komara Erebî pejirandiye.

Iraq: Vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî hat pejirandin
7 gulan, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ji ajansa fermî ya Iraqê re got ku di civîna wezîrên karên derve yên Ereban de vegerandina endamtiya Sûriyeyê ya Komkara Erebî hatiye qebûlkirin.

El Sehaf got: "Dîplomasiya diyalogan û hewldanên hevbeş ên Ereban ku Iraqê pejirandibû di vegera Sûriyeyê ya li Komkara Ereban de xwedî kedeke rasteqîn bû."

(bb)