Tevgerên çandê qetilkirina stranbêjê Kurd Cihan Aymaz şermezar kir

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê qetilkirina ciwanê Kurd stranbêj Cihan Aymaz şermezar kir.

Tevgerên çandê qetilkirina stranbêjê Kurd Cihan Aymaz şermezar kir
7 gulan, 2023   11:44
KOBANÊ

Di 4′ê Gulanê de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê strabêjê Kurd Cihan Aymaz (30) ku qebûl nekir ji bo Erdogan û partiya wî stranan bêje, ji aliyê netewperestekî Tirk ve hat qetilkirin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê têkildarî mijarê li pêşiya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de kiryarên faşîstên Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin û wekî şerê qirkirina hebûna Kurdan hat hesibandin.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Necla Bozan daxuyanî xwend û bal kişand ku faşîstên Tirk dixwazin ku her kesê piştgiriyê nade wan û sûcên wan tune bikin û dengên li dijî siyasetên wan ên qirêj bilind dibin, bêdeng bikin û wiha dom kir: “Ew hewl didin qirkirina fîzîkî û çandî pêk bînin, lê belê dê bi ser nekevin. Ji ber dengên gelê me her ji bo azadiyê bilind dibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ger bêdengiya hêzên navneteweyî li hember siyasetên nîjadperestiyê yên li dijî Kurdan erêkirin be, dê gelê Kurd vê yekê qebûl neke û ji bo jiyana azad û birûmet li ser axa têbikoşe.

(fr/c)

ANHA