Şervanê QSD`ê Ziyad El Îbrahîm hat oxirkirin

Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD′ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan da. Şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hember dagirkeran teslîm nebin û hesabên giran ji ajanan bixwazin.

Şervanê QSD`ê Ziyad El Îbrahîm hat oxirkirin
7 gulan, 2023   11:32
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û gundewarên wê li goristana şehîdan a li rojavayê navçeyê kom bûn û beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD′ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm (Ramî Til Hemîs) bûn. Ramî Til Hemîs di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî hêzên parastina Kampa Holê yên li gundê Qeyrewan ê Til Hemîsê de şehîd bûbû.

Li goristanê, endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ebdullah El Salim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina şêniyan û hêzên ewlekariyê û leşkerî hewl dide armancên mêtîngeriyê pêk bîne.”

Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Hemîsê Xalid El Ehmed jî soz da ku heta pêkanîna serkeftinê li dijî siyasetên qirkirin û dagirkeriyê ew ê rêça şehîdan bişopînin û wiha got: "Em serî li hember dagirkeran natewînin, em ê ji her kesê ku îxanetê li şênî û welatê xwe bike, giran hesab bipirsin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ziyad El Îbrahîm hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(fr/c)

ANHA