Rêveberiya Xweser zarokek radestî hikumeta Zelandaya Nû kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sêwî yê ji malbatên DAIŞ’î radestî hikumeta Zelandaya Nû kir.

Rêveberiya Xweser zarokek radestî hikumeta Zelandaya Nû kir
7 gulan, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke bi serokatiya nûnerê konsolxaneya taybet a hikumeta Zelandaya Nû James Monroe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ′ê Lana Hisên pêşwaziya şandeyê kir.

Li gorî agahiyên ku malpera Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser belav kiriye, di civînê rewşa Sûriyeyê bi giştî, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, nexasim astengiyên siyasî, aborî, mirovî û astengiya li pêşiya têkoşîna dijî terorê hatin nîqaşkirin. Her wiha rewşa çeteyên DAIŞ′ê yên li girtîgehan, pêwîstiya darizandina wan û rewşa malbatên wan ên di kampan de hatin nîqaşkirin.

Li gorî nûçeya malpera Darîreya Têkiliyên Derve, ji mijarên din ên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, beyannameya çareseriyê ye. Hate gotin, beyanname û elqeya ku nîşanî wê hatiye dayîn ji şandeyê re hate şîrovekirin.

Di civînê de daîreyê bal kişand ser sûcên qetilkirin, revandin, girtin û tecawîzkirin ku li herêmên dagirkirî têne kirin. Hate gotin ku Rêveberiya Xweser aniye ziman ku ev sûc bi awayekî plankirî tên kirin û armanc jê ew e ku şêniyên resen bidin koçberkirin û demografiya herêmê were guhartin.

Daîreyê di civînê de bal kişand ser êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina welatiyan û şervanên QSD′ê bi rêya balafirên bêmirov.

Her wiha hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser di civîna li gel şandeyê de girîngiya ku hêzên navneteweyî di mijara xetereya çeteyên DAIŞ’yên girtî û malbatên wan ên li kampan de destekê bibe Rêveberiya destnîşan kiriye.

Rêveberiya Xweser got hevkariya wê ya bi Zelandaya Nû û hemû dewletên ku welatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xweser hene re dewam e.

Li gorî malperê, James Monroe got hikumeta Zelandaya Nû fedakariyên Rêveberiya Xweser yên ku li dijî DAIŞ′ê dane û desteka wê ji kesên zirar dîtine re dizane.

Monroe spasiya Rêveberiya Xweser kir ku ji bo vegerandina welatiyên wê li Zelandaya Nû xebitî.

Di dawiya civînê de li gorî belgeyên fermî ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Zelandaya Nû de zarokê sêwî yê Zelandaya Nû yê ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê radestî hikumeta Zelandaya Nû hat kirin.

(fr)