Îro vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî diyar dibe

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban ji bo vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî îro bi rengekî awarte li Qahîreyê dicivin û tê payîn ku der barê mijarê de biryarek dawîn bidin.

Îro vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî diyar dibe
7 gulan, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Komkara Erebî duh (6`ê Gulanê) wekî amadekariyên lidarxistina civîna îro, li ser asta endamên dayîm civînek li dar xist. Tê payîn ku Misir civîna îro bi rê ve bibe û geşedanên li Sûdanê û vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî bên nîqaşkirin.

Civîna awarte dê li avahiya Sekerteriya Giştî ya Komkara Erebî ya li Qahîreyê bê lidarxistin û tê payîn ku der barê vegera Sûriyeyê li komkarê de biryara dawîn bê girtin.

Wezîrên karên derve yên dewletên Ereban di Mijdara 2011`an de, bi civîneke awarte li Qahîreyê bi piraniya dengan (18 dewletan) endamtiya Sûriyeyê ya Komkara Erebî dan sekinandin.

Berdevkê Sekerterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî têkildarî mijarê ji kenala Şerq re axivî û got: “Çaverê ye ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban di civîna xwe de der barê mijara vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî de biryarek dawîn bidin. Ev hevdîtin piştî du civînên li Ceda û Emanê yên têkildarî pirsigrêka Sûriyeyê, rola welatên Ereban tê de û vegera wê li Komkara Erebî de, tê lidarxistin. Pêwîst e der barê biryara vegera Sûriyeyê li komkarê de lihevkirinek giştî ji aliyê dewletên Ereban ve çêbibe.”

(c)