El Erebiyê: Sûriye bi şert vedigere Komkara Erebî

Dezgeheke çapemeniyê ya Siûdiyê ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban li ser vegera bi şert a Sûriyeyê li Komkara Erebî li hev kiriye.

El Erebiyê: Sûriye bi şert vedigere Komkara Erebî
7 gulan, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiyê ya Siûdiyê ragihand ku di civîna li Qahîreyê de li ser “vegera bi şert” a Sûriyeyê li Komkara Erebî hatiye lihevkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku encamnameyê ku ji civînê derkeve, tê de hatiye gotin ku ji îro (7`ê Gulanê) de şandeyên Sûriyeyê dikarin tev li civînên komkarê bibin.

Lê der barê “şertên” vegerê de detay nehatin parvekirin.

(c)