Şêxmûs Ehmed: Divê NY piştgiriyê bide beyannameya Rêveberiya Xweser

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya xweser Şêxmûs Ehmed bang li NY`yê kir ku ji bo hêsankirina vegera penaberên sûriyeyî piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser bike û deriyê sînor ê Til Koçer veke.

Şêxmûs Ehmed: Divê NY piştgiriyê bide beyannameya Rêveberiya Xweser
7 gulan, 2023   03:50
REQA-EHMED EL ESAF

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê di 18`ê Nîsanê de beyannameyek ragihand. Beyanname ji 9 bendan pêk tê. Di nav de pêşwazîkirina penbaran û koçberan heye.

Têkildarî mijarê serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şêxmûs Ehmed got: “Li Lubnanê zext li ser penaberên sûriyeyî hene. Sûriyeyiyên li Sûdanê jî tevî bangewaziyên derxistina wan çi bi rêya NY yan jî hikumeta Şamê, lê nikarin ji wir derkevin û ev bangewazî hatin paşguhkirin.” 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo peydakirina vegereke ewle ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên li Sûdanê asê mane, di 27` ê Nîsanê de komîteyek ava kir. Rêveberiyê destnîşan kir ku deriyên wê li hember hemû hewldanan vekirî ne ku piştgiriya erkên wê dikin.

Ehmed wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi rêya projeya xwe ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê însiyatîfek ragihand ji bo ku penaberan pêşwazî bike. Lê derfetên wê kêm in. Li ser vê esasê bi rêya NY û wekîlên wê yên li herêmê koordîne tê kirin.”

Ehmed diyar kir ku li rex vê însiyatîfê divê NY`yê erkên xwe bîne cih, kampan li vê herêmê ava bike û li ser astên jiyanî û mirovî destekê bide herêmê, Rêveberiya Xweser jî, dê pêdiviyên van kampan peyda bike, wan birêve bibe û parastina wan bike.

Her wiha Ehmed eşkere kir ku gelek kesayet û şepêlên siyasî yên herêmê û cîhanê ev însiyatîf bi erênî nirxand û got: “Em hêvî dikin ku ev helwesta aliyên navneteweyî, NY, Yekitiya Ewropayê û Komkara Erebî be jî.”

Der barê rewşa penaberên sûriyeyî yên li Sûdan û Lubnanê de Şêxmûs Ehmed got: “Li rex însiyatîfa Rêveberiya Xweser divê NY`yê jî însiyatîf bike da ku çareseriyên mayende ji vê dosyaya mirovî re bê dîtin.”

Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi rêya hevdîtinên li derve û şandeyên ku serdana herêmê dikin û heta bi rêya wekîlên NY`yê yên li herêmê, bang kir ku deriyê Til Koçer (Yarûbiye) bê vekirin ku ji ber ku ev derî ji bo herêmê, damara sereke ya derbaskirina alîkariyan e û bi vekirina wê re dê vegera koçber û penaberan, hêsantir bibe.

Di dawiyê de Şêxmûs Ehmed wiha anî ziman: “Heke deriyê Til Koçer bê vekirin, dê Rêveberiya Xweser bikare penaberan pêşwazî bike û pêdiviyên wan peyda bike.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bedran Çiya Kurd demeke berê ragihandibû ku Rêveberiya Xweser amade ye, penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike.

(dm/şx)

ANHA