‘Ji bo dengên neteweperestan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin’

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê diyar kir ku di çarçoveya hewldanên dagirkirinên nû û qezenckirina dengên neteweperestên Tirkan de, dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

‘Ji bo dengên neteweperestan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin’
7 gulan, 2023   00:16
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên bejahî û asîmanî de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Bi vê yekê tevahî lihevkirinên agirbestê binpê dike. Li herêmê binpêkirineke leşkerî ya aşkera heye; herî dawî jî duh dewleta Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li kêleka rêya M4 ku li gundê Şirgirak ê dagirkirî bi cih kirine, navçeya Eyn Îsa bi obus û topan topbaran kirin.

Hemwextî êrişa bejahî, dewleta Tirk bi balafireke bêmirov nuqteyeke ewlekariyê ya Kampa Holê ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ′ê hene, bombebaran kir, di encamê de 2 endamên hêzên parastinê şehîd bûn.

Beriya wê bi çend rojan anku di 25′ê Nîsanê de dewleta Tirk bi rêya balafireke bêmirov erebeyek li Kobanê bombebaran kir. Di encamê de şervanekî QSD′ê ku tevî malbata xwe betlaneya cejna Remezanê derbas dikir, şehîd bû.

/kr/uploads/files/2023/05/06/192839_-.webp

Li ser mijarê hevserokê meclisa kantona Kobanê Mistefa Êto got bi nêzbûna hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên 14′ê Gulanê yên Tirkiyeyê re, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike û hewldanên dagirkeriyê dike û hikumeta AKP′ê bi vê yekê propagandaya xwe ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê dike.

Mistefa Êto wiha axivî: "Di vê demên dawî de dewleta Tirk a dagirker bi armanca tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê êrişên xwe zêde kirine. Ger em baş binirxînin jî, ew hewl dide dengên neteweperestên Tirk qezenc bike, êriş dike da ku wan di serkeftinê de bi kar bîne.”

Êto berpirsiyariya van êrişan hilgirt ser dewletên mezin ên li herêmê; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê û wiha got: "Ruxmî hebûna van dewletan û lihevkirina bi dewleta Tirk re ku êrişî herêmê neke, lê çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk û êrişên wê re digirin.”

Êto destnîşan kir ku dê hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê yên herêmî û navneteweyî li hember gelê tê dikoşe û hewl dide azadiya xwe bi dest bixe, dê bi bin bikevin û êriş wan natirsînin.

Di dawiyê de Mistefa Êto wiha got: "Hilbijartinên Tirkiyeyê girîng in û bandorên wê li ser rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekser in. Divê pêkhateyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi taybet gelê Kurd, xwedî dengên azad bin û bi sozên berpirsên AKP′ê nexapin. Hilbijartinên şanseke dîrokî ji her kesê azadîxwaz re ye."

(fr)

ANHA