Li bexçeyekî Qamişloyê pêşangeha xwendekaran

Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû neynûka behreyên xwendekaran.

Li bexçeyekî Qamişloyê pêşangeha xwendekaran
6 gulan, 2023   16:13
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.

10 xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de 25 tablo û 10 peykerên temamkirî û yên ne temamîkirî hatin pêşandan.

/kr/uploads/files/2023/05/06/161429_qamislo-pesengeha-xwendekaran-hunera-bedew-2.webp

Mijarên tabloyan; şehîdên Şoreşa Rojava, xweza, çand û hunera Kurdî bûn.

Li kêleka tabloyan 2 xwendekarên mûzîkjen, bi amûrên xwe hestên xwe bi beşdaran re parve kirin. Her wiha 2 mamosteyên Fakulteya Hunera Bedew; Emîn Ebdo û Omer Ishaq bi awayekî zindî wêneyên beşdaran xêz kirin.

Şêniyên herêma Cizîrê, malbat û hevalên xwendekaran û hezkeriyên şêwekariyê tev li pêşangehê bûn.

Pêşangeh dê sibe bi pêşandana helbestan bi dawî bibe.

(sb/şx)

ANHA