​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî bûyereke sosret

Hate ragihandin ku serçeteyekî El Emşet li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî, destavêtiye zarokeke 10 salî.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî bûyereke sosret
6 gulan, 2023   19:36
ŞEHBA

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyekî Sultan Silêman Şah (El Emşat) dema zarokeke 10 salî û dayîka wê bi xwe re dibir Efrînê, di nava bexçeyên di rê de, destavêtiye zaroka 10 salî.

Çavkaniyan destnîşan kir ku serçeteyê bi navê Ehmed Memdûh ku bi navê Ebû Dehan tê naskirin, piştî bûyerê reviye gundê Kora yê navçeya Cindirêsê. Di heman demê de ev bûyer hêrseke mezin a gel derxist.

Her wiha li gel kuştin, revandina welatiyên kantonê ku ji zêdetirî 5 salan ve berdewam in, bûyerên destdirêjiya li dijî zarokan li herêmên dagirkirî, dubare dibin.

(şx)

ANHA