'Beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye'

Rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê gotin beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ya aloziya Sûriyeyê ye.

'Beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye'
6 gulan, 2023   13:30
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo gotubêjkirina geşedanên siyasî li herêmê û beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist.

Di civînê de rûspiyên êlên navçeya Til Hemîsê; rûspiyê êla Şimer, şêx Fewaz El Wetîd, dadgerê kar û barên qebîleya Tay şêx Idrîs El Selac, şêx êla El Yesar şêx Hisên El Hemrîn, şêx êla El Bû Salim şêx Salih Mihemed El Dişwan, hevserokê partiyaê şaxê Til Hemîsê Xalib El Sedûn, endamên rêveberiya PYD'ê şaxê Qamişlo beşdar bûn. Civîn li avahiya partiyê ya rojhilatê navçeyê li dar ket.

Di civînê de endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD'ê şaxê Qamişlo Luqman Ebdullah axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê, kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî herêmê armanc dike ku împeratoriya osmanî vejîne.

Ebdullah wiha domand: "Netevlikirina hin aliyên Sûriyeyê di însiyatîfên çareseriyê de sedema berdewama aloziyê ye. Ji ber wê divê diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî be û divê hikumeta Şamê beyannameya Rêveberiya Xweser bipejrîne."

Rûspiyê êla Şimer Fewaz El Wetîd axivî û beyannameya Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand û diyar kir ku beyanname ji hemû sûriyeyiyan çareserî ye.

(şx)

ANHA