Bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin

Rojane hêrsa gel a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe.

Bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin
6 gulan, 2023   02:07
HESEKÊ

Ji zêdetirî 2 salan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. CPT′yê di Îlona 2022′yan de eşkere kiribû ku dê serdana Îmraliyê kiriye, lê ruxmî hemû bangan, dê eşkere nekir ku bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye yan na.

Ev bêdengî û siyasetên ketober ên li dijî girtî û Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê, eşkerenekirina desthilatên Tirkiyeyê rûdanên li Îmraliyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hemû beşên civakê bi hêrs kir, di serî de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bi fikirê Rêber Abdullah Ocalan bawer e.

Welatiyê bi navê Nesrîn Şîno yê ji Dirbêsiyê îşaret bi metirsiyên desthilatên Tirkiyeyê û komplogerên pê re kir û wiha got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de belav bû; ji ber ku ji dozên girêk û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çare ye. Ji lew re dewletên hegemon ji vê fikrê ditirsin."

Nesrîn got jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de dîtin û anî ziman ku ev têkoşîn dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam bike.

Rûspiyê eşîra El Mulhem a Hesekê Mêzer El Sultan jî wiha got: "Tecrîda li dijî Rêbertî sûceke dermirovî û têkbirina qanûnên edaleta civakî ye."

El Sultan wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn tecrîd giran kiriye, da ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan negihînin gelên xwe dispêrên felsefeya wî. Doza Rêbertî dozeke mirovî ya mezin e. Ji mafên her girtiyekî ye ku têkilî bi parêzer û malbata xwe re deyne."

El Sultan anî ziman ku CPT û rêxistinên îdiayên mirovahiyê dikin berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan e.

Welatiya bi navê Sîham Elî ya ji Dirbêsiyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em ê heta rewşa Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî misoger be li qadan bin.”

(fr)

ANHA