​​​​​​​Dîwana Wêjeyê: Em hewl didin li herêmê wêjeyê bi pêş bixin

Endamê Dîwana Wêjeyê Kerîm Elûş diyar kir ku beşdarbûna Hefteya Wêjeyê ya li Kobanê baş bû û hêvî kir ku bikarin çalakiyên xwe li tevahî bajarên herêmê li dar bixin da ku rewşa wêjeyê binirxînin û bi pêş bixin.

​​​​​​​Dîwana Wêjeyê: Em hewl didin li herêmê wêjeyê bi pêş bixin
6 gulan, 2023   06:37
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Roja pêncşemê (4`ê Gulanê) Hefteya Wêjeyê– Dewreya Melayê Cizîrî ku li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Hefteya Wêjeyê îsal ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû organîzekirin û 6 rojan dewam kir. Gelek nivîskar, helbestvan, wêjevan û akademîsyenên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kerîm Elûş têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Kerîm Elûş destnîşan kir ku Hefteya Wêjeyê li ser 3 beşan hat lidarxistin; beşa yekemîn têkildarî danasîna Melayê Cizîrî û berhemên wî bû, beşa duyemîn li ser romanê, ya sêyemîn jî beşa rexneya wêjeyî bû.

Elûş wiha domand: "Hin aliyan hewl dabû ku Melayê Cizîrî wek kesekî ne Kurd nîşan bidin, ji lew re wek bersivekê me îsal Hefteya Wêjeyê bi navê Melayê Cizîrî de li dar xist. Ji bo romanê jî me xwest em pêşketina romana kurdî li ser asta Rojava, Kurdistanê û cîhanê binirxînin. Her wiha me xwest asta wêjeyê û rola wê di nivîsandin û arşîvkirina bûyerên dîrokî yên di pêvajoya şoreşê de li herêmê rû didin, binirxînin."

Elûş anî ziman ku pêdiviya wêjeyê bi nirxandinê heye û got: "Bi giştî me xwest bi rêya wêjevan û hezkiriyên wêjeyê asta wêjeyê li Rojava û cîhanê binirxînin."

Elûş diyar kir ku di roja yekê ya Hefteyê Wêjeyê de beşdarbûna nivîskar û wêjevan û xwîneran baş bû û got kesên beşdar bûne, ji herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Kerîm Elûş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Wek endamên Dîwana Wêjeyê em dixwazin çalakiyên xwe bi pêş bixin û baştir bikin. Sala borî Hefteya Wêjeyê li Qamişloyê bû, îsal jî li Kobanê. Hêviya me ew e ku em bikarin çalakiyên xwe li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin.”

(mh/c)

ANHA