Hesinkarî hîn dijî

Li kolaneke herî kevin a Reqayê pîşeya hesinkariyê dijî teknolojiyê li ber xwe dide.

Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
Hesinkarî hîn dijî
5 gulan, 2023   23:38
REQA - MIHEMED XELÎL

Pîşeya hesinkariyê bi hezaran salan e hatiye parastin. Mirovan ji berê de hesin vedîtiye.

Ev pîşe li Reqayê li Kolana Quwetlî berdewam e. Dengê çakûçên hesinkaran li kolanê bilind e.

Di dikanekê de 2 welatî çakûç hildane û parçeyekî hesin a germkirî didin.

Ev dikana kevn a malbatekê Reqayê li ser vê pîşeyê dixebite. Kurê ku ev mîras ji 30 salî ve ji mezinên xwe wergirtiye bi alavên xwe yên hêsan kar dike.

Xwediyê dikanê Ebdulezîz Dîbo (48) ji biçûkaniya xwe de li gel bavê xwe dest bi xebata xwe kir û wiha dibêje: "Ruxmî pêşketina endustriyê ya li herêmê, lê em bi destan vê pîşeyê dikin. Em hewl didin parastina vê yekê bikin."

Dîbo bi destan amûrên cihêreng ku hîna gelê herêmê bi kar tîne, çêdike; pelte, dasik, çakûç û hwd.

Berhemên hesinkariyê yên bi destan hatine çêkirin ji yên kargehan baştir in. Li gorî amûrên nûjen jî, ruxmî ku kedeke mezin tê de tê dayîn jî, erzantir in.

Ebdulezîz Dîbo got: "Gelek kes di vê pîşeyê de dixebitin û ji cotkar û şêniyan re amûrên guncaw çêdikin."

Dîbo di dawiyê de got: "Min ev pîşe ji bavê xwe wergirt û ez ê zarokên xwe fêr bikim, da ku parastina wê bikin."

(fr)

ANHA