Gelo Çîn dikare di navbera Moskov û Kiev de navberkariyê bike?

Peywendiya telefonê ya serokên Çîn û Ukraynayê hêviya pêkanîna lihevkirinekê û bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê geş dike. Gelo Çîn dê bikare rola ku di navbera Riyad-Tehranê de lîstiye, di navbera Kiev û Moskovê de jî bilîze?

Gelo Çîn dikare di navbera Moskov û Kiev de navberkariyê bike?
4 gulan, 2023   07:14
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Aloziya Ukrayna–Rûsyayê ku veguherî şerê leşkerî, zêdetirî saleke dewam dike. Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin û koçberkirin. Di vî şerî de, Washingtonê li dijî Moskovê piştgiriya Kievê kir. Welatên cîhanê jî di navbera her du aliyan de parçe bûn, hin bi Washingtonê re, hinek jî bi Rûsyayê re ne.

26’ê Nîsanê (2023), piştî peywendiya telefonê ya di navbera serokê Çînê Xi Jinping û yê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de, hêviyên bidawîbûna şer geş bûn.

Serokê Ukraynayî Volodymyr Zelensky li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku ew bi telefonê bi serokê Çînê re axiviye û pêşxistina têkiliyên Kiev-Pekînê nîqaş kirine.

Piştî peywendiyê, Zelensky bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ku wezîrekî berê wek balyozê Ukraynayê li Çînê erkdar kiriye, ku ev peywir ji Sibata 2021`an ve vala bû.

TEDBÎRÊN ÇÎNÊ

Di heman çarçoveyê de, medyaya Çînê ragihand ku peywendî di çarçoveya însiyatîfa Kievê de çêbûye û destnîşan kir ku serokê Çînê ji Volodymyr Zelensky re destnîşan kiriye ku dan û standin û diyalog “rêya yekane ya bidawîkirina şer e.”

Kenala CCTV piştrast kir ku Xi Jinping gotiye ku di kirîza Ukraynayê de Çînê piştgirî dida aştiyê û rola wê ya sereke pêşxistina dan û standinên aştiyê ye.

Her wiha Çînê destnîşan kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Ukraynayê ew ê nûnerekî taybet ê hikumeta Çînê yê berpirsê kar û barên Ewropa û Asaya bişîne Ukraynayê û dewletên din, ji bo ku dan û standinan bi aliyên din re deyne.

Çavdêran da zanîn ku dewletên rojavayî li hember rola Çînê ya çareserkirina kirîza Ukraynayê nabin asteng.

WASHINGTON ERÊNÎ PÊŞWAZÎ DIKE

Girêdayî mijarê, endamê Partiya Demokrat a Amerîkayê Mihdî Efîfî ji ajansa me re axivî. Efîfî got: “Dan û standinên Çîn–Ukraynayê ji bo DYA'yê ne pirsgirêk e. Çîn hewl dide ku rewşa herêmê aram bike û bi taybetî şerê Rûsya – Ukraynayê bi dawî bike. Nexasim ku berê serokê Çînê dema ku serdana Moskovê kiribû piştrast kir ku ew ê ji bo bidawîkirina şer û destpêkirina danûstandinên aştiyê bixebite."

Efîfî wiha domand: "Haya rêveberiya Amerîkayê û Ewropayê ji têkiliya di navbera serokên Çîn û Ukraynayê de heye. Kiev nikare piştgiriya rojava ji dest bide, lê belê ji bo bidawîkirina şerê Rûsya – Ukraynayê hebûna Pekînê wek navbeynkar, ji aliyê rojava ve bi erênî tê nirxandin."

NÊRÎNEK PRAGMATÎK

Efîfî destnîşan kir ku Washington vê mijarê bi erênî dinirxîne û dê li pişt perdeyê piştgiriya Zelensky di danûstandinên wî li gel Çînê de bike. Her wiha wiha got: “Lê divê nêrîneke pragmatîk ji bo kiryarên Çînê hebin, nexasim ku em di serdemeke wiha de ne ku nahêle şer di navbera Çîn û DYA'yê de çêbibe."

Efîfî wiha lê zêde kir: "Rola Çînê dê nexşeya koalîsyonan a li ser erdê neguherîne. Lê belê dibe ku aştiyekê û aramiyekê encam bide. Ev jî ji bo civata navneteweyî bi giştî û ji bo Rûsya û Ukraynayê bi taybetî girîng e."

Efîfî got: "Ez hêvî dikim ku Çîn mîna lihevkirina Riyad - Tehranê bikare aramiyekê peyda bike. Di heman demê de rola Çînê dê asta DYA û hevkarên wê yên rojavayî kêm neke. Çîn nikare şûna wan bigire yan jî rola wan bilîze."

RAWESTANDINA ŞER

Mudîrê Navenda Pisporên Riyalîst a Rûsyayî Emro El Dîb diyar kir ku ne pêkane ku peywendiya di navbera serokên Çîn û Ukraynayê de bi nêzîkbûnekê nav bikin, lê belê di heman demê de ew hewldaneke cidî ya Çînê ye ji bo rawestandina planên Ukraynayê yên destpêkirina êrişên dijber.

El Dîb ji ajansa me re got: “Eger Ukrayna li dijî hêzên Rûsyayê êrişên berfireh dest pê bike dibe ku Rûsya şerekî nukleerî li dijî wê dest pê bike.”

El Dîb wiha lê zêde kir: "Şerekî berfireh bêguman dê xebatên 50 salên dawîn ên Çînê li erdê bixe. Ji ber wê jî ev peywendî wek bangeke cidî ji bo Ukraynayê ye ku êdî raweste û wek hewldaneke Çînê ya rawestandina vî şerî ye."

El Dîb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serkeftina Çînê hinekî zehmet e lê belê di heman demê de ne negengaz e, bi şerta ku DYA`yê wê erê bike. Her wiha diyar kir ku nikarin hewldanên Çînê di navbera Îranê û Siûdiyê de bi van hewldanan muqeyese bikin ji ber ku her du alî amade bûn ku li hev bikin.

El Dîb got: “Em nikarin piştrast bibin ku beriya peywendiya çînî û ukraynayî, peywendî di navbera Moskov û Pekînê de hebû yan na. Di heman demê de jî têkiliya di navbera Pûtîn û Xi Jinping de dihêle mirov bifikire ku peywendî hebû.”

(mh/şx)

ANHA