YRKʹê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da

Fermandariya YRK'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker beriya hilbijartinan êrişên xwe zêdetir kirine û got, di êrişên 26'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de tu zerar negihîştiye hêzên me.

YRKʹê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da
4 gulan, 2023   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

 Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 26'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi armanca propagandaya hilbijartinê ya li Tirkiye û Kurdistanê ku wê 14’ê Gulanê pêk were, êrişên li ser qadên me û hêzên me yên Rojhilatê Kurdistan zêdetir kirineʹʹ.

 Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Herî dawîn 26’ê Nisanê û 2’yê Gulanê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk, li qada Asosê, li derdora gundê Gelale bax û baxçeyên gundiyan gelek caran bombardûman kirin. Di van êrişan de, hêzên me tu zirar nedîtine, lê belê bax, zevî û kewarên mêşên hingivê yên gundiyan zirar dîtine."