​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke dizan girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê toreke dizên motorsîklêtan girt.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke dizan girt
3 gulan, 2023   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan di 16'ê Nîsana borî de li navçeya Girkê Legê toreke dizên motorsîklêtan girt ku ji 9 kesan pêk tê.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya xebatên hêzên têkoşîna li dijî sûcan û zeftkirina gendeliyê de û piştî temamkirina xebatên lêgerînê û berhevkirina agahiyan, bi kemînekê ew tore di sûc de girt ku pê re 7 motorsîklêt hebûn."

Hêzê da zanîn ku wan diz veguhastine Desteya Dozgeriya Giştî.

Her wiha hêzê destnîşan kir ku xebatên wan ji bo girtina kesên ku zirarê digihînin mal û milkên welatiyan, berdewam in.

(şx) 

ANHA