Washington serçeteyekî Qaîdeyê li herêmên dagirkirî hedef girt

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku wan serçeteyekî Qaîdeyê di herêmên dagirkirî de yên bakurê Sûriyeyê  hedef girt.

Washington serçeteyekî Qaîdeyê li herêmên dagirkirî hedef girt
3 gulan, 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan  li bakurê rojavayê Sûriyeyê serçeteyekî payebilind hedef girtiye û di encamê de ew hatiye kuştin.

Daxuyanî wiha ye: "Saet di 11:42'ê sibê de hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li herêmeke bakur rojavayê Sûriyeyê êrişek pêk anî, di encamê de serçeteyek hat kuştin."

Fermandariyê da zanîn ku da detayên dîtir der barê operasyonê bi dest bixe, dê parve bike.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên dewleta Tirk a dagirker dest danîne ser rûberên fireh ên bakurê rojavayê Sûriyeyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku dengê teqînan li bajarokê Qorqanyayê yê bakurê Îdlibê hat bihîstin, di encamê de kesek nenas hatiye kuştin. Hemwextî wê jî balafirên bêmirov ên Koalîsyona Navneteweyî li asîmanê herêmê  digeriyan.

(mh/şx)