Reîsî li Şamê ye

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vê sibehê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê û dê serdana wî 2 rojan dewam bike.

Reîsî li Şamê ye
3 gulan, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi Beşar Esed re di warên siyasî û aborî de dan û standinan bike û hin lihevkirinan îmze bike.

Serdana Reîsî hemwextî zêdebûna têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re pêk tê. Îran ditirse hikumeta Şamê zêdetir bi aliyê wan welatan ve bê kişandin û hewl dide serweriya xwe li Sûriyeyê xurttir bike.

Tevî serokkomarê Îranê, wezîrê kar û barên derve Emîr Ebdullahiyan, wezîrê rêyan û avakirina bajaran û serokê Komîteya Aborî ya Hevbeş Mehrdad Bezrbaş, wezîrê parastinê Mihemed Riza Aştiyanî, wezîrê petrolê Cewad Ocî, wezîrê peywendiyan Îsa Zeraapour, endamê Nivîsgeha Serokkomariyê Xulam Hisên Îsmaîlî, nûnerê meclisa şêwirê ya Îslamê Ebbas Kelro û hevkarê kar û barên siyasî yê Nivîsgeha Serokkomariyê Mihemed Cemşîdî jî di şandeya wezaretê de cih girt.

Li gorî ajanseke girêdayî hikumeta Şamê, dê Reîsî bi hempîşeyê xwe Beşar Esed re hevdîtinê bike, têkiliyên dualî û dosyayên aborî û siyasî yên hevbeş û geşedanên li herêmê nîqaş bike.

(c)