Îradeya azadîxwazan li hember qirkirina siyasî li ber xwe dide – Hêvîdar Xalid

Îradeya azadîxwazan li hember qirkirina siyasî li ber xwe dide – Hêvîdar Xalid
2 gulan, 2023   06:01

Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, ku tê payîn di 14'ê vê mehê de dest pê bikin, desthilata dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rastiyê bêdeng bike û raya giştî ya cîhanê bixapîne, li dijî rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar û karmendên saziyên civaka sivîl ên bajarên Bakurê Kurdistanê hemleyeke destgîrkirinê dest pê kir.

Ev hemle yek ji hemleyên qirkirina siyasî ya herî mezin e ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan bi giştî û jinan bi taybetî dimeşîne da ku têkoşîna siyasî û hewldanên demokrasiyê li Tirkiyeyê têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van kiryaran û siyasetên faşîst û nijadperest ku AKP`ê li dijî gelan û civakê pêk tîne, xwe ji rewşa xwe ya xerab xelas bike û hebûna jinên azad û birêxistinkirî û têkoşîna wan tune bike. Her wiha hewl dide ku rê li pêşiya têkoşîna demokrasiyê, azadiya rojnamegeriyê û ravekirinê bi giştî bigire.

Hemleya destgîrkirinê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevan û parêzeran dimeşîne, hedefgirtina diyar a rojnamegeirya azad e û binpêkirina nirxên demokrasiya rastîn e ku HDP`ê hewl dide bisepîne û zemîneke nû li herêmê ava bike û projeya îslama siyasî ya Erdogan ji holê rake. HDP`ê dê bi navê Partiya Çepên Kesk di nav hevbendiya Ked û Azadiyê de tev li hilbijartinan bibe.

Erdogan ji 20 salan ve hewl dide ku projeya îslama siyasî li Tirkiyeyê bi ser bixe. Lê bi rêya wê wêranî anî herêmê, qada demokrasiyê qels kir, hewldan û danûstandinên aştiyê têk birin. Hewl da ku fikrê Ixwan Mislimîn li herêmê belav bike û tevliheviyê li hundirê welêt û derveyî wî belav bike. Bi wî awayî aloziyên xwe yên hundirîn derbasî welatên derdorê kir da ku timayên xwe yên firehkirinê pêk bîne. Her wiha piştgiriya komên çekdar û rêxistinên terorîst li Lîbya û Sûriyeyê kir. Vîna siyasî ya muxalifan û rojnamevanan kir hedef û hewl dide ku hebûna wan înkar bike û destkeftiyên ku bi dest xistine, tune bike.

Di heman çarçoveyê de, rejîma faşîst a Tirk bi rêya van hemleyên qirkirina siyasî hewl dide ku bandorê li pêvajoya hilbijartinan bike, nexasim piştî ku hevbendiya Ked û Azadiyê ragihand ku ew piştgiriyê dide namzetê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu.

Ji ber ku ev pergal di aliyê aborî, civakî û siyasî de têk çûye, hewl da ku bi hemû rêbazên dermirovî û derexlaqî, azadîxwazan bitirsîne. Bi hemleyên qirkirina siyasî jî, ewlehiya hilbijartinan dike hedef ku êdî ji bo Erdogan û alîgirên wî bûne kabûs. Ev hilbijartin, dikare çarenûsa herêmê bi giştî di dema bê de diyar bike. Ji ber wê bangewaziyên guhertinê bêdeng dike. Nemaze guhertina pergala serokatiyê ya heyî û vegerandina pergala parlamentoyê. Ev gav ji bo tevahî gelên li Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji ber wê jî divê gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li hember siyasetên AKP û MHP`ê û êrişên li dijî hebûna wan a dîrokî, bibin yek û vîn û rola xwe xurttir bikin û ji her demê bêtir xwe birêxistin bikin.

Her wiha ji bo avakirna zemînek û qadeke azad û demokratîktir ku her kes dikare têkoşîneke rastteqîn di hilbijartinên demokratîk de bimeşîne, divê bibin yek. Ji bo pêkanîna azadiyê û sekna li hember hemû zextan, mafên xwe bi dest bixin, serî li hember siyasetên dijminane yên Erdogan ên li dijî gelan û gelê Kurd netewînin û hewldanên xwe li hember binpêkirina mafên mirovan bidomînin, divê bibin yek.

Ji bo demokratîkirina têkoşînê û bilindkirina rûmeta wê, divê kar bikin. Bi şêwazekê ku zemîneke guncew ava bikin da ku bi rêya têkoşîn û berxwedanê mafên xwe yên bindest bidest bixin. Ji bo wê di vê pêvajoya dîrokî û çarenûsî de divê şerê gelan ê ji bo demokrasiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser keve ku jin tê de roleke girîng û pêşeng dilîze û derbeyek li dîktatoriyê bide.

(mh/şx)