​​​​​​​Li Helebê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin

Saziyên Civaka Sivîl bi koordîneya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma "Em 1'ê Gulanê li kedkarê yekem Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin", şahiyek li dar xist.

1 gulan, 2023   19:20
HELEB

Bi boneya 1'ê Gulanê saziyên civaka sivîl bi koordîneya Şaredariya Gel, şahiyek li dar xist û tê de hat behsa rola girîng a kedkaran di dîrok û civakê de hat kirin.

Şahî li qada Cebanat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û karker beşdar bûn.

Endama saziyên civaka sivîl û Yekitiya Mamosteyan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Zozan Dehar axivî û destnîşan kir ku Yekitiya Kedkaran girîng e da ku civakeke serkeftî û saxlem ava bikin.

Zozan Dehar diyar kir ku weke têkoşer, şervan û berxwedêr welat diparêzin, karker jî roleke mezin di tevna civakî de dilîzin û bi zendên xwe karên herî zehmet dikin.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sêvîn Emonî got: “Têkoşîna karker û kedkaran a li hember pergalên burjuwazî bi awayekî mezin bandor li pêşxistina doza karkeran û mafên wan kir da ku têkoşînê berdewam bikin û armancên xwe pêk bînin.”

Sêvîn destnîşan kir ku azadiya karkeran û gelan bi rêya sûcên li dijî vîna jinan, gelan, yekitiya wan û li dijî projeya biratiya gelan, têkoşîna wan a di oxira azadî û demokrasiyê de, tê nixumandin

Sêvîn Emonî destnîşan kir ku azadiya karkeran û hemû gelan bi rêya hemleya pêkanînan li dijî îradeya jinan, li dijî vîn û yekitiya gelan û li dijî projeya biratiya gelan û têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê tê astengkirin.

Sêvîn da zanîn ku şoreşa Rojava, şoreşa karker û kedkaran vejand û got: “Em dê bi ser kevin û vîna azad pêk bînin. Dê tevahî komployên li dijî vîn û biryara civakî di nav de biryara karkeran û mafên wan, têk bibin.”

Di şahiyê de koma Berxwedan berhemên xwe pêşanda.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerandin.

(dm/şx)

ANHA