​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-5-2023
1 gulan, 2023   23:00

Bendên hikumeta Şamê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ne, rê nedan ku madeyên pêwîst ji bo restorekirina torên kanalîzasyonê yên riziyayî derbasî her du taxan bibin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê hişyarî da û destnîşan kir ku eger dorpêça hikumeta Şamê dewam bike dê dayîna avê û karê firinan jî bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku ew amade ne destekê bidin şêniyên Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got rêya yekane ya li hember dorpêça hikumeta Şamê berxwedan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, ku tê payîn di 14'ê vê mehê de dest pê bikin, desthilata dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rastiyê bêdeng bike û raya giştî ya cîhanê bixapîne, li dijî rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar û karmendên saziyên civaka sivîl ên bajarên Bakurê Kurdistanê hemleyeke destgîrkirinê dest pê kir.

Kadar Pîrê diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna guhertina bingehîn di sazûmaniya dewletê de ye ku veguheriye pergaleke dîktatorî.

Rûspiyê eşîra El Bo Hedîd Selah El Selman bang li sûriyeyiyên ku nasnameya tirkî hildane kir ku dengê xwe nedin Erdogan, ji ber ku ew sûriyeyiyan dikuje. Her wiha anî ziman ku armanca partiya Erdogan ew e ku planên Osmaniyan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Cemîl Derwîş ku şervanê QSD`ê bû li Goristana  Şehîd Rustem Cûdî oxir dikin saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA