Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya girseyî ya karkeran û bi dirûşma "1′ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz be" pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dest pê kirin.

Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1′ê Gulanê dest pê kirin
1 gulan, 2023   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1′ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pîrozbahî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.

Pîrozbahiyên îsal li herêma Cizîrê, Minbic, Şehba, Heleb û Dêrazorê ne. Vê sibehê karkeran tevî malbatên xwe û şêniyan berê xwe da qadên pîrozbahiyê.

Li kantona Qamişloyê, şahî li Bendava Mizgeftê ya li navçeya Tirbespiyê, li kantona Hesekê li gundê Çolbistanê, li Minbicê li Geraca Şaredariya Gel, li kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem a navçeya Ehdasê û li Dêrazorê jî li herêma Sebekîlo pîrozbahî tên lidarxistin.

Li qadên pîrozbahiyê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM′ê, alên saziyên civaka sivîl û Yekitiya Kedkaran hatin daliqandin.

Tê payîn şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li Qada Cebanat saet 17:00′an pîrozbahiyekê li dar bixin.

(fr)

ANHA