​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-5-2023
30 nîsan, 2023   23:00

Dorpêça giran a ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bandor li çandiniyê kir. Komîteya Çandiniyê destnîşan kir ku dê xesar li zeviyên avî bên û ji ber tunebûna mazotê, dê patoz nexebitin. Ev jî rûdana karesateke mirovî nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ev 3 meh e kehrebe li taxa Telayî ya bajarê Hesekê qut e. Navenda Kehrebeyê ya bajar soza çareserkirina vê pirsgirêkê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên kedkar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke girîng di her qadên jiyanê de dilîzin, di wê çarçoveyê de hevseroka Yekitiya Kedkaran Şehnaz Mehmê destnîşan kir ku yekitî hewl dide kedkaran li gor hevpeymana civakî bi rêxistin bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên sûriyeyî yên li Sûdanê asê mane, xwe spartine Rêveberiya Xweser ku wan ji şer xelas bike.

Musena Mirî di saetên destpêkê yên sibehê de şitilên ku di hewşa mala xwe de çandine, li ser rêya gund difroşe û malbata xwe pê xwedî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Daîreya Giştî ya Nivîsgeha Plansazî û Serjimariyê Hecar Ristem diyar kir ku Rêveberiya Xweser berhemên binerd ên herêmê keysbaz nake. Her wiha anî ziman ku dadwerî ji bo welat bi rêya parvekirina dadmendî ya berhemên binerd pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê ji bo pîrozkirina 1`ê Gulanê şahiyek li geraca Şaredariya Gel li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Kedkaran û Meclisa TEV-DEM`ê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya 1`ê Gulanê şahiyek li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê li kantona Qamişlo şahiya 1`ê Gulanê li bendava Mizgeft a navçeya Tirbespiyê saet di 11:00`an de, li kantona Hesekê li gundê Colbistan ê navçeya Dirbêsiyê saet di 11:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê 1`ê Gulanê li qada Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe saet di 17:55`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi boneya 1`ê Gulanê li herêma 7 Kîlo şahiyekê lidar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA