Dagirkeran di 3 rojan de 41 caran êrîş kir

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 41 caran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Dagirkeran di 3 rojan de 41 caran êrîş kir
30 nîsan, 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, "28'ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28, 29 û 30'ê Nîsanê jî çeperên me yên berxwedanê yên li Qadên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Çemço û Sîdayê 39 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin."