Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye

Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê ev 2 roj e şêniyên herêma Şehbayê di tariyê de ne. Xelk ji bo ronîkirinê fanos û mûman bi kar tînin.

Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye
Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye
Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye
Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye
Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye
29 nîsan, 2023   08:01
ŞEHBA

Ev 2 roj e li herêma Şehbayê jeneratorên kehrebeyê hatine sekinadin. Koçberên Efrînê û şêniyên xwecih ên herêmê yên li kamp û malên wêranbûyî didmînin, şeva xwe di tariyê de derbas dikin.

Ji ber dorpêça girankirî ya hikumeta Şamê ku nahêle sotemenî bikeve herêmê, di 8`ê Nîsanê de saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daket 2`yan.

Di 27`ê Nîsanê de jî mazota mayî jî xilas bû û kehrebe bi temamî qut bû.

Bi qutbûna kehrebeyê re xelkê herêmê neçar maye ku fanos û mûman bi kar bîne.

Hikumeta Şamê di nîvê meha Nîsanê de dorpêça li ser Şehbayê girantir kit û derbaskirina sotemenî, derman û madeyên din bi temamî asteng kirin.

(c)

ANHA