​​​​​​​Serokkomarê Iraqê li Îranê ye

Serokkomarê IraqêLetîf Reşîd çû li Tehranê. Reşîd dê bi serokkomarê Îranê û gelek rayedaran re bicive.

​​​​​​​Serokkomarê Iraqê li Îranê ye
29 nîsan, 2023   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd li ser vexwendina fermî ya Îranê, bi wezîrê karên derve, wezîrê kehrebe û çavkaniyên avê, şêwirmendê nîştimanî ya Iraqê, serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê re çû Îranê.

Tê payîn serokkomarê Iraqê bi serokkomarê Îranê û rayedarên payebilind ên Îranê re bicive û mijara civînan bazirganî, enerjî, peywendiyên di navbera her du welatan de bin.