Asya Ebdullah: Têkçûna AKP’ê dê tesîreke erênî li Sûriyeyê bike

Asya Ebdullah destnîşan kir ku serkeftineke di hilbijartinên Tirkiyeyê de dê dawî li pêkanînên faşîst û dagirker bîne, ev jî dê bandoreke erênî li ser çareseriya aloziya Sûriyeyê bike. Asya Ebdullah bang li hemû gelên aştîxwaz, bi taybet jî koçberên ji Sûriyeyê yên mafê dengdayînê bi dest xistiye, kir ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê tê bikoşin.

Asya Ebdullah: Têkçûna AKP’ê dê tesîreke erênî li Sûriyeyê bike
28 nîsan, 2023   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk tên, ji ANHA`rê axivî.

Asya Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmê re dixwaze propagandaya hilbijartinê bike ku dengan bigire ku beriya hilbijartinan hewl didin pêla şer zêde bikin û wiha domand: “Yek ji sedema aloziya Sûriyeyê dewleta Tirk e. Niha jî van êrişan li ser herêmên me zêde dike û li herêmên dagirkirî sûcan zêde dikin. Dixwazin van hemû êrişan bixin xizmeta propagandaya hilbijartinê ku dengan bigirin. Ji ber ku propagandaya wan li ser şer, qirkirin, înkar, kûrkirina aloziyê ye. Ji bo wê jî di dema hilbijartinan de dixwazin pêla şer, êriş û faşîzmê zêdetir bikin.”

‘BI QIRKIRINA SIYASÎ HEWL DIDE PÊŞÎ LI TÊKÇÛNÊ BIGIRE’

Asya Ebdullah xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk, tevger û rêxistinên jinan, gelê Kurd û civaka aştîxwaz û yên li qadan amadekariya hilbijartinan dikin, silav kir. Der barê qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de ku nêzî 200 kes hatine destgîrkirin, Asya Ebdullah da zanîn ku ev encama tirsa pêşdîtina hilbijartinê ye û got: “Ji hêza siyasî, sazî, rêxistinên demokratîk, jinan, civaka Kurd, civaka ku îro dixwaze li TIkriyeyê guhertin çêbe û faşîzm bi dawî bibe, ditirse. Bi van operasyonên qirkirina siyasî, çandî û li dijî jinan hewl dide pêşiya têkçûna xwe bigire û desthilata xwe biparêze. Dibe ku ji bo wê rêbazên cudatir jî bi kar bîne.”

“Serkeftina di hilbijartinan de dê bandoreke erênî li tevahî krîza Sûriyeyê bike.” Bi van gotinan Asya Ebdullah bal kişand ser girîngiya xebata ji bo hilbijartinan û got: “Têkçûna faşîzma AKP/MHP tifaqa gelê Kurd û gelan, hêzên demokratîk û jinan gelekî girîng e. Ev berxwedana ku tê meşandin dê 14’ê Gulanê serkeftineke mezin li dijî faşîzmê bi dest bixe. Ew desthilatdarî bi hêza gel, têkoşîn û tifaqa gelan dê têk here. Ev ê bandore li tevahî herêmê, bi taybet jî aloziya Sûriyeyê, bike. Ji bo wê jî serkeftina di hilbijartinan de li dijî faşîzmê serkeftina hêzên demokratîk û gelan e.”

BANGA LI WELATIYÊN SÛRİYEYÊ YÊN MAFÊ DENGDAYÎNÊ BI DEST XISTIYE

Asya Ebdullah bang li welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mafê bikaranîna dengdayînê bi dest xistine, kir: “Welatiyên Sûriyeyê yên îro li Tirkiyeyê dijîn divê rastiya dewleta Tirk baş bibînin. Yên ew koçber kirin, herêmên wan dagir kirin, dewleta Tirk e. Heta ku dewleta Tirk li Sûriyeyê be dê nehele aştî û aramî çêbe. Gelê me yê ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijî ji bo Sûriyeyê neyê parçekirin, hemû koçber bi aramî vegerin warên xwe, bi rûmet bijîn, ji bo nebin aliyên şer û dagirkeriyê divê piştgirî û dengên xwe nedin desthilatê. Buh nedin propagandayên Erdogan. Ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê divê ev desthilatdarî têk here. Têkçûna desthilatdariyê ji bo gelê Sûriyeyê jî dê serkeftineke mezin be.”

ANHA