Pîşeya dest li hemberî demê li berxwe dide

Di vê dema ku her tişt bi teknîk û teknolojiyê tê meşandin de, ew hunera xwe ya destan didomîne.

Pîşeya dest li hemberî demê li berxwe dide
29 nîsan, 2023   04:32
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hinek hunerên destan hîn jî li hemberî teknolojiyê li ber xwe didin. Çêkirina Tirag (Şimik, pêlavên nava malê û demsala havînê) yek ji van huneran e.

Li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend dikanên van pêlavanan balê dikişînin.  Dikana li bazara Qamişlo hîn jî, ji aliyê welatiyan ve wekî çavkaniyek pêşwazîkirina pêdiviya van pêlavan tê dîtin.

Dikan ji aliyê Xelîl Mihemed Hito (52) ve tê şixulandin. Xelîl Mihemed Hito ev 44 sal e, Tiragan çêdike û difiroşe.

Xelîl ev huner di 8 saliya xwe de ji hostayekî xelkê Dêrazora fêr bûye û hîn didomîne. Li gorî Xelîl Hito, di demên berê de gelek dikanên Tiragan hebûn, lê bi pêşketina teknolojiyê re niha li tevahiya Cizîrê tenê 2 dikan mane. Yek dikana Xelîl e, yek jî ya cîranê wê yê ji Dêrazorê ye.

DEWLEMENDIYA MODELAN

Li van dikanan hem Tiragan çêdikin, hem jî difiroşin. Tiragan ji çermê sewalan, sînaî û qumaşê mexmel çêdikin. Lewma li gorî madeyên tên bikaranîn û modelên tên çêkirin buhayê Tiragan jî diguhere. Cotek Tiragê yê bi çerm hatiye çêkirin 100 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Yên bi alavên din (çermê sinaî û qumaş) tên çêkirin jî di navbera 40 û 70 hezarî de diguhere.

Xelîl dibêje ku ew alavên çêkirina Tiragan ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û derveyî welat peyda dikin. Lewma ji ber dorpêça li ser herêmê di peydakirinê de hinek zehmetiyan dikişînin.

Tirag tenê wekî yek model nayên çêkirin; gelek cureyên wan hene. Ji vana yên derdikevin pêş, “Yabanî, Hecanî, Hicazî, Hemewî, Xelîcî”. Hinek ji vana bi tilî hinek jî bê tilî ne.

HEMÛ MERHELE BI DEST TÊN ÇÊKIRIN

Ji destpêkê heta temamkirinê hemû merheleyên Tiragan bi dest tên çêkirin. Li dikana Xelîl amûrên çêkirina Tiragan kêr, makîneyek dirûtinê û çerxek sererastkirinê ye. Bi meqesê li gorî numareya lingan perçeyan dibire, piştre bi makineyê didirû û dawiyê bi çerxê sererast dike. Berhemên derdikevin holê, li dikanê tên pêşandan. Bi gotinek din ji cihê hilberînê pêşkêşî gel tê kirin.

DEMASALA FIROTINA WAN HAVÎN E

Xelîl bi firotina van Tiragan debara mala xwe dike. Demsala firotina wan zêdetirîn havîn e. Li herêmê demsala havînê gelekî gerim e. Lewma welatî Tiragan hem wekî pêlavan, hem jî dema karên malê dikin û avahiyan çêdikin, bikar tînin. Piran jî li gundan tên bikaranîn. Li gorî Xelîl gelek welatî van pêlavan tercîh dikin û dikirin.

Di dema çêkirina Tiragan de zarokên Xelîl Hito hatin cem wî û pê re mijul dibûn. Xelîl dibêje ew naxwaze dest ji vî karî berde û hewl dide fêrî zarokên xe jî bike. Lê li gorî wî zarok dixwazin karên cudatir bikin.

BI RÊYA BAZIRGANAN DERBASÎ HERÊMÊ BÛYE

Li gorî Xelilî ev pîşe di demên berê de ji derveyî welat derbasî Suriyeyê hatiye kirin. Ev jî bi rêya bazirganan pêk hatiye. Herî zêde bazirganên ji Dêra Zorê pê re mijul bûne û tê gotin ku ev pîşe ji bajarê El-Hicaz ê Erebîstana Suudî anîne vir. Nexasim navê xwe ji vir digire. Bi Erebî jê re dibêjin “Hicazî” lê dema bi rêya bazirganên Dêra Zorê derbasî Suriyeyê bûye, navê wê kirine “Kilaş Dêrî (pêlava Dêriyan)”. Wexa derbasî herêma Cizîrê hatiye kirin jî, navê Tirag lê hatiye kirin.

ANHA