​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da bandora têkiliyên Siûdî-Îranê li ser Lubnanê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, têkiliyên Erebistana Siûdî-Îranê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da bandora têkiliyên Siûdî-Îranê li ser Lubnanê
28 nîsan, 2023   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Ruxmî zêdebûna hewaleyên pereyan ên di Remezanê û cejna Remezanê de ji derve hatine jî, roja pêncşemê li sûka reş a herêmên serweriya rejîmê nirxê lîreyê Sûriyeyê careke din daket û li hember dolar bû 8 hezar.

Pisporên aboriyê berdewamkirina aloziya aboriyê û bêçaretiya hikumetê ya li hember kontrolkirina sûkê ruxmî hemû tedbîran, wekî sedema wê yekê nîşan da. Pispor dibêjin eger rewş bi vî rengî dewam bike, dibe ku di çend mehên pêş de lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar bigihêje 10 hezarî.”

‘ÎRAN NÊZBÛNA BI SIÛDIYÊ RE JI BO LUBNANÊ ÎSTISMAR DIKE’

Rojnameya El Ereb jî behsa têkiliyên Îran-Siûdiyê kir û wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên Lubnanê destnîşan kir ku serdana wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan ji Beyrûtê re û axaftina wî li ser pêwîstiya tevgerkirina hêzên siyasî yên Lubnanê û çareserkirina pirsgirêka serokkomariyê di demeke nêz de, 2 peyamên zelal îfade dikin. Peyam ew e ku piştî nêzîkbûna bi Siûdiyê re ya ji bo mayîndekirina rola xwe di dosyayên herêmê de ku xuya ye Lubnan jî di nav de ye, êdî Lubnan bûye para Îranê.

Çavkaniyan da zanîn ku serdana Ebdullahiyan ku di nava çend hefteyan de ya duyemîn e, nîşan didin ku Îran hewl dide nêzîkbûna bi Siûdiyê re ji bo serweriya xwe li Lubnanê îstismar dike.”

‘LÎBYA: LI ZAWIYEYÊ ŞER Û XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ MILÎSAN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî der barê mijara Lîbyayê de nivîsî: “Li bajarê Zawiye yê paytexta aliyê rojava yê Lîbyaya şerên demkurt derketin, di encamê de deriyên têketin û derketina ji bajêr hatin girtin. Vê dawiyê hin penaberan îşkence li ciwanekî kiribû, milîsên çekdar ên li bajêr jî ew penaber parastin, ji ber wê yekê li dijî milîsan xwepêşandan derketin.

Li heman bajarî hejmareke welatiyên Lîbyayê ji ber dîmenê îşkencekirina hin ciwanan li navendeke milîsan, îsyana sivîl ragihand û li pêşiya avahiya Gerînendetiya Ewlekariyê ya li bajêr rawestiyan.”

(c)