​​​​​​​Rûspiyên Efrîn û Şehbayê piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser kir

Êlên Şehba û Efrînê bi daxuyaniyekê gotin ew piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser dikin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê armanc dike. Her wiha bang li sekreterê giştî yê NY`yê kirin ku gavên cidî bavêje û piştgiriya vê beyannameyê bike ku dê ewlehiyê û Aştiyê li Sûriyeyê pêk bîne.

​​​​​​​Rûspiyên Efrîn û Şehbayê piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser kir
27 nîsan, 2023   15:53
ŞEHBA

Bi dehan rûspiyên êlên kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên partiyan, endamên saziyên sivîl li qada sereke ya Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî dan.

Endamê Meclisa Rûsiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Xelîl Menan û endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Demhat Seydo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rûspiyan piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di 18`ê Nîsanê de ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê dest pê kiriye.

Rûspiyan diyar kir ku ev firsandeke ku nakokî bi dawî bibin, yekitiya ax û gelê Sûriyeyê were parastina û ji bo gelê Sûriyeyê hêviyeke mezin ji bo ku li ser masaya diyalogê rûnin û bi xwe çareseriya xwe diyar bikin.

Rûspiyan bang li hikumeta Şamê kir ku beyannameyê di ber çavan re derbas bike û wê wek derfetekê ji bo başkirina têkiliyan di navbera her du aliyan de û berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê bibîne. Her wiha rê bide ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin û dorpêça li ser herêmê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike.

Rûspiyan bang li sekreterê giştî yê NY`yê kir ku gavên pratîk bavêje û piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser bike ji ber ku dergeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê, pêkanîna aştiyeke mayende li Rojhilata Navîn û pêkanîna biryarên navneteweyî ye.

(şx)