​​​​​​​Raporeke Kongra Star rewşa jinan di nava kampên koçberiyê de eşkere kir

Di raporeke Navenda Lêkolînan a Kongra Star de, rewşa tenduristî û aborî ya jinan eşkere kir ku di nava kampên kanotna Şehbayê de dimînin.

​​​​​​​Raporeke Kongra Star rewşa jinan di nava kampên koçberiyê de eşkere kir
27 nîsan, 2023   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînan a Kongra Star der barê rewşa tenduristî û aborî ya jinan di nava kampên Şehbayê de, raporek amade kir.

Navendê, li gorî anketên ku di nava 5 kampan de çêkiriye, rapora xwe amade kir. Navendê  metirsiyên xwe li hember rewşa koçberan di nava kampan de anî ziman.

Li gorî raporê, ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê sotemenî bi zehmetiyeke mezin derbasî kantonê dibe.

Li kantona Şehbayê 5 kamp; Efrîn, Serdem, Şehba, Berxwedan û Veger hene.

Di raporê de, erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû daye û bandor li herêmên Sûriyeyê kiriye, cih girt. Tê de diyar bû ku 3 hezar kesên ji Efrînê koçber bûne piştî ku dewleta Tirk a dagirker, bajarê wan dagir kir û koçberî Helebê bûne, di encama erdhejê de berê xwe dane kantona Şehbayê û biryar dane ku di nava kampan de bimînin.

Her wiha navendê bi bîr xist ku piştî erdhejê hikumeta Şamê dorpêça giran bi dawî nekir yan jî sivik nekir. Lê belê ji wê zêdetir, derbaskirina sotemeniyê, alîkarî û dermanan asteng dike û alîkariyên ji Rêveberiya Xweser hatine, heta çend rojan desteser kir.

ANKÊT

Navendê di rapora xwe de, bi bîr xist ku derdora ji sedî 80 jinên tev li ankêtê bûne, nikarin kar bibînin û ji ber wê rewşa wan a aborî aloztir bûye û ji ber wê jin pişta xwe didin hevjînên xwe.

Li gorî rapora navendê, ji sedî 82 jinan gelek caran ji ber rewşa madî ya xirab tevî ku nexweş in, serdana bijîşk nekirine. Ji sedî 10.4 jî, ji ber heman sedemê li bijîşkên xwe venegerîne û ji sedî 2.4 ji wan tenê carekê serdana bijşîk kiriye.

REWŞA TENDURISTÎ

Navendê di raporê de da zanîn ku dema pirsa gelo koçberiya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bandor li tenduristiya wan kiriye, ji jinan hatiye pirsîn, bersiva wan erênî bû.

Li gorî navendê ji sedî 27 jinan dibêjin tenduristiya wan baş e, ji sedî 34.8 jî dibêjin rewşa asayî ye û ji sedî 38.2 jî dibêjin rewşa wan xirab e.

JI BER DORPÊÇÊ JINEKE DUCANÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Navendê di raporê de eşkere kir ku dorpêça hikumeta Şamê bi awayekî neyînî bandor li tenduristiyê dike. Der barê de hemşîreya di warê zayînê de pirspor e û di nexweşxaneya Avrîn de kar dike Izdîhar Naza got: “Ji ber dorpêçê em zehmetiyan dikişînin. Hejmara jinên ducanî yên bi kulbûna kezeba reş ketine zêde bûye. Ji ber nebûna derman em neçar dibin wan bişînin Helebê. Lê belê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê astengiyan li pêşiy wan derdixin û nahêlin nexweş derbasî Helebê bibin.”

Izdîhar eşkere kir ku jineke ducanî (39) ji ber nebûna derman û ji ber ku hikumeta Şamê nehişt derbasî Helebê bibe, jiyana xwe ji destdaye.

Navendê di rapora xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku rewşa bi hezaran şêniyan di nava kampan de di ber çavan de derbas bikin, dorpêç û dagirkeriyê şermezar bikin.

Her wiha destnîşan kir ku jinan bê îstîsna rave kirin ku ew hêvî dikin di demeke nêz de vegerin Efrînê û dewleta Tirk a dagirker jê vekişe.

(şx)

ANHA