​​​​​​​Desteya Aboriyê: Ji ber dorpêça hikumeta Şamê herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû maye

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê destnîşan kir ku di encama dorpêça hikumeta Şamê de, herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû maye. Her wiha bang li aliyên hiqûqî kir ku dorpêçê bi dawî bikin, mazot û ard yekser derbasî herêmê bikin.

​​​​​​​Desteya Aboriyê: Ji ber dorpêça hikumeta Şamê herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû maye
27 nîsan, 2023   14:25
ŞEHBA

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê, da.

Endamên desteyê Ferhad Dada û Yasmîn Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, desteyê bang li aliyên hiqûqî kir ku dorpêçê bi dawî bikin, madeyên bingehîn bi taybet sotemenî û ard derbasî herêmê bikin.

Her wiha diyar kir ku rojane pêwîstî bi 39 ton ard heye û heke derbasî herêmê nebe wê herêm bi karesateke mirovî re rû bi rû bimîne.

Desteyê destnîşan kir ku sotemenî bû sedem ku tevahî amûr û wesayît rawestin nemaze mewsima çinînê nêzîk bûye û di van rojan de pêwîstî bi avdanê heye û heke jenerator neyên xebitandin, dê bi awayekî neyînî bandor li hilberînê bike bi taybet genim.

Desteyê careke din bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku fişarê li hikumeta Şamê bikin ji bo ku dorpêça li ser herêmê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA