Şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan bi merasîmek girseyî hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan ku duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle oxir kir.

Şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan bi merasîmek girseyî hat oxirkirin
Şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan bi merasîmek girseyî hat oxirkirin
Şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan bi merasîmek girseyî hat oxirkirin
26 nîsan, 2023   12:41
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Sabrî Ebdullah (Mazlûm Dogan) bûn.

Şervanê QSD`ê Mazlûm Dogan du (25`ê Nîsanê) di êrişa keşfa biçek a dewleta Tirk a dagirker de li başûrê Kobanê şehîd bû.

Merasîma oxkirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dîmo axivî û diyar kir ku şehîd Mazlûm di têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ên li dijî Kobanê (2014) de rolek mezin lîst û got: “Şehîd Malzûm rojekê jî ji fedekariyê tawîz neda. Dema ku êriş li dijî vê xakê pê dihatin, bersiva bangwaziyê da. Îro jî em wî li ser vê axa pîroz oxir dikin.”

Hevseroka Desteya Darayî ya Herêam Firatê Firyaz Berkel jî axivî û diyar kir ku tiştê ku dewleta Tirk a dagirker nîşaneya îflasa wê ye û wiha dom kir: “Ew aloziyên xwe derdixe derve û hewl dide temenê xwe dirêj bike. Bi hedefgirtina fermandarên ku di têkbirina DAIŞ`ê de rol lîstine, hewl dide koka terorê zindî bike.”

Firyaz anî ziman ku îro Mazlûmek şehîd bibe, sibê dê her dayikek Mazlûmekî bîne dinê, dê çekê rakin û vê xakê biparêzin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî bi navê şehîd Mazlûm axivî û soza şopandina rêya şehîdan li hember dewleta Tirk a dagirker da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dicle hat veşartin.

(c)

ANHA