Li Helebê 2 zarok ji aliyê bav ve hatin qetilkirin

Li Helebê 2 zarokên keç ji aliyê bavê xwe ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Li Helebê 2 zarok ji aliyê bav ve hatin qetilkirin
26 nîsan, 2023   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li taxa kampa Neyreb a bajarê Helebê bavekî keçeke xwe daliqand û ya din şewitand. Paşê cenazeyên wan di malê de veşartin.

Hate ragihandin, piştî ku hêzên hikumeta Şamê bi ser malê de girt, kujer bomeyek teqand û topa gazê vekir û endamên din ên malê dorpêç kir.  Di encamê de tevî kujer, hejmareke kesên bi ser malê de girtine birîndar bûn. Kujer hat girtin û endamên din hatin rizgarkirin.

Li gorî SOHR, lêpirsîn hîna dewam dike.

Wezareta Hundirîn a hikumeta Şamê jî bi daxuyaniyekê got "Fermandariya Polîsan a parêzgeha Helebê agahî dane me ku beriya demekê kesek bi navê Hesen Cedo 2 keçên xwe li mala xwe ya li taxa Til Şexîb a Helebê qetil kirin û di malê defin kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cenazeyê keça wî Sîdra (14) ku di mal de hatibû veşartin hat dîtin. Wezareta Hundirîn a hikumeta Şamê li ser zimanê keça kujer Nûra (15) daxuyand ku bavê wê li xwişka wê Sîdra daye, piştre ew qetil kiriye û cenazeyê wê li ber çavê hevjîna xwe veşartiye. Her wiha diyar kir ku beriya demekê xwişka wê ya din a bi navê Lemîs (13) şewitandiye û cenazeyê wê avêtiye.

Li gorî SOHR, ji destpêka 2023ʹyan ve 76 sûcên qetilkirinê ya bi zanebûn li herêmên hikumeta Şamê hatine kirin. Di encamê de jê 10 zarok, 20 jin û 53 mêr û ciwan, bi giştî 83 kes bûne qurbanî. Hate diyarkirin ku herî zêde li gundewarê Şam, Laziqiyê û Siwêdayê ev sûc têne kirin.

(bb)